Serpêhatiya fermana Şengalê - 1

Şêniyê gundê Cidalê, Hisên Naîf Xidir ji me re behsa serpêhatiya xwe ya dema fermana 3`ê Tebaxa 2014`an kir. Hisên esîr jî ketiye destê çeteyên DAIŞ’ê û filitî ye. Bavê wî û gelek şêniyên gundê wan hatine qetilkirin. Hisên dibêje ku beriya çete bigihêjin wan gerîlayan ew hişyar kiribûn

Serpêhatiya fermana Şengalê - 1
31 tîrmeh, 2021   23:56
ŞENGAL – NÛJIYAN  BÊRÎVAN

Esîr kete destê DAIŞ, lê…

Di nav germahiya meha Tîrmehê de, me da rê û em heya gundê Sikiniyê çûn. Di rê de gelek erebeyên ku hatine teqandin hebûn. Ew erebeyên ku di dema fermanê de hatine şewitandin an teqandin ji wan tenê heykel mabû. Her em pêş de çûn xaniyên hilweşiyayî jî zêdetir bûn. Kavilên malwêraniya çeteyên DAIŞ’ê li her alî hebûn.

Me gundê Sikiniyê derbas kir û em ketin rêyeke ber bi çiya ve û me dewam kir. Piştî ku em qederekê çûn li jêra çiya ji dûr ve qubeyekê bala me kişand. Qubeyê spî dikir û li derdorê wê mezargeheke mezin hebû. Ev qube, qubeya Şêx Mend bû.

Çeteyên DAIŞ`ê di dema fermana 3`ê Tebaxa 2014`an de heya vê derê hatibûn û komkujiyeke mezin kiribûn. Qube teqandibûn, xanî şewitandibûn, bi dehan kes kuştibûn an revandibûn. Qubeya Şêx Mend bi şopên mezin ên fermanê li pêşberî me bû. Mezarên gorên bi komî, seyareyên teqandî, xaniyên wêranbuyî, ji vê wirdetir tiştek wê bikare zilm û hovîtiya çeteyên DAIŞ û hevkarên wê nîşan bide gelo?

Dema em gihîştin cem qubeya Şêx Mend me berê erebeya xwe da milê rastê. Hinek jortir xaniyekî mezin hebû. Em dema li ber xanî sekinîn û daketin, me ferq kir ku ji ber tavê û germahiya zêde, malbatê li milê rastê yê xanî cihê xwe li derve çêkirine û îstîrahata xwe dikirin. Piştî silaveke germ û pêşwazîkirineke ji dil, em jî birin cem xwe û li ser doşekên xwe li ber dîwar cih nîşanî me dan.

Hem cihê em lê disekinîn, hem dilgermiya malbatê û zindîbûna li derdorê li gel ewqas şopên giran yên fermanê hîseke aram û bi hurmet dida mirovan. Weke ku şêniyên li vir li pêşeroja xwe dinêriyan û heya dawiyê bi jiyanê ve girêdayîbûn. Wan zindîbûyîna rih û hêviyên xwe li derdora xwe, didan hîskirin û pê re jiyana xwe û pêşeroja Şengalê ava dikirin. 

Em çûbûn gel mala Hisên Naîf Xidir. Ew bi xwe ji parastin û ewlehiya qubeya Şêx Mend hatIbû erkdarkirin. Qube li gundê Cidalê ya li ser Til İzêr e. Dema fermanê jî li gel qubeyê diman. Bi malbata xwe ve parastina derdorê dikirin. Dema me ji Hisên re got, em dixwazin ji bo salvegera fermanê bernameyekê bi te re çêbikin, dirêj nefikirî û got “dibe, çima na?”. Xwesteka ku ev dîrok neyê jibîrkirin, rastiya fermana 3`ê Tebaxa 2014`an di bîra civaka Êzidî û tevahî mirovahiyê de bimîne da ku rê li ber fermanên din bêne girtin, mirov ev yek di nêrîn û feraseta Hisên de jî didît. Ji ber wî jî digot, jibîrkirina dîroka xwe ji windakirina her tiştê xwe ye, ango tunebûyîn e.

‘EM WEKE MALBATEKÊ BÛN’

Hisên Naîf Xidir ji eşîra Simoqî ye. Bi xwe ji gundê Dugirê ye. Wek malbat ji sala 2005’an ve li gel qubeya Şêx Mend dimînin.  Beriya wê mamê wî parastina qubeyê girtibû ser xwe. Piştî mamê xwe Hisên Naîf Xidir ev berpirsiyarî girt ser milên xwe û bi dildariyeke mezin li ser karê xwe disekine. Heya fermanê jî rojane kar dikir û debara xwe dikir. Civaka herêmê bi bustan û xwedîkirina ajalan debara xwe dikir.

Li gorî ku Hisên dibêje hemû xelkê li Cidalê ji vê derê ne û danûstandinên wan xweş bûn, ji hev du re dibûn alîkar û tu ferq û cudahî nedixistin nav hev. Şêx bûya, Pîr bûya ferq nedikir, hemû weke malekê didîtin û tu biçûya kîjan malê ew mal weke mala te bû, wiha nêzî te dibûn.

Li gorî ku em fêr dibin ev qube di sala 1940’î de hatiye çêkirin. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Cidalê dikin, destpêkê vê qubeya Şêx Mend diteqînin, 9-10 şêniyên gund qetil dikin û agir ber didin xaniyan. Mal û milkên wan talan dikin, dest datînin ser her tiştên wan û dibin. Keriyên pez didin pêşiya xwe dibin, seyareyên ku dikarin bibin, dibin, hundirê xaniyên wan talan dikin. Hema çi dikeve ber destên wan digirin û dibin. Ji şêniyan jî gelek kesan direvînin û bi xwe re dibin. Çeteyên DAIŞ armanc dikin ku yên mayî hemûyan qetil bikin. Di kêliyên êrîşa hovane de hemû Êzidiyên ku dikarin xwe xilas bikin bêyî tiştekî bigirin gel xwe, hema bi cilên li ser xwe ve direvin. Hewl didin, malbat û zarokên xwe ji wê qirkirinê xilas bikin. Hisên Naîf Xidir jî yek ji wan Şengaliyan e ku karibû dorpêça DAIŞ biçirîne û sax bimîne.

DIKEVE DESTÊ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê

Li gorî Hisên Naîf Xidir ji me re behsê dike, dema êrîş dest pê dike ji gundan gelek Êzidî xwe digihînin gundê wan û li stargehekê digerin. Wek malbat ew jî ji wê xelkê ku bi tirseke mezin xwe gihandine wan malavayî kirin e, her tiştê xwe bi wan re parve kirin e. Dema her tiştê wan xilas dibe û tiştek namîne hewl didin xwe bigihînin Til İzêr û ji wir pêdiviyên xwe peyda bikin. Sê caran diçin û seyareyên xwe tijî dikin û tên. Di çûyîna cara çaremîn de dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê. Dema seyare di rê de diçe îşareta sekinandinê didin wan, lê ew ditirsin û berdewam dikin, dema lez didin seyarê bi çekan êrîşî seyarê dikin. Seyareya Hisên tê de jî xwe digihînin nav Til İzêr û di nav kavilên gund de xwe vedişêrin. Çeteyên DAIŞ bi wan dihesin û dorpêç dikin. Wan digrin û lêdaneke giran li wan didin. Heya çavê wî yê rastê ji ber derbeyên çeteyan hê jî baş nebûye û di dîtinê de pir zehmetî dikşîne.

Li gorî Hisen ji me re behsê dike, ji wan pirsîne ku çima ew reviyane. Wan jî gotiye, “Em tirsiyane. Ji ber digotin DAIŞ me li ku derê bibîne wê serê me jêbikin. Em ji ber vê reviyan."

Hisên nêzî 5 saetan di destê çeteyên DAIŞ de dimîne. Li gorî bala Hisên jî dikşîne ew çete bi piranî ji Helepçe û Silêmaniyê bûn û wiha got, "Ger du kes ji wan ereb bûna yên din hemû Kurd bûn. Çeteyên Ereb pêşiyê girtine ku ew bêne kuştin. Pêkanîna vê fermanê bi destê Kurdan ji Hisên re jî gelek zehmet hatiye. Dema behsê dike ku ew çeteyên ji Helepçe xwestine wan bikujin û yên Ereb nehiştîne vê yekê bikin, dilê wî pir diêşe û hêrsa wî zêdetir dibe.

Di bin tirsa ku wê kengî wan bikujin de çete jê dixwazin ku biçin her tiştê xwe, mal û milkê xwe ji wan re bînin da ku çete wan nekujin. Çeteyên DAIŞ dibêjin ger hûn tiştên em dixwazin neynin em ê serê we jêbikin. Piştî van gefan Hisên Naîf Xidir jî dibêje “Dê ka, me bihêlin em biçin û tişta hûn dixwazin ji we re bînin û bidine we”. Li ser wê bingehê Hisên wan ber didin. Heya 4-5 saetan dem didin wan. Heya erdê wan jî ji wan xwestibûn. Ew jî dibêjin “Temam. Qebûle. Ser çavan” û dikevin rê. Di saetên êvarê de ew gihîştin malê. Hisên jî xwe digihîne gel malbatê û cardin venagere Til İzêrê.

‘ŞEHÎD DILŞÊR PIR HEW DA KU ÊZIDIYAN BIPARÊZE’

Gelek fermandar û şervan di nav berxwedaniyê de cihê xwe girtin û gelek ked û hewildanên wan ji bo parastina civaka Êzidî ji çeteyên DAIŞ û hevkarên wê çêbû. Yek ji wan jî şehîd Dilşêr Herekol (Huseyn Acar) bû. Şehîd Dilşêr di destpêka êrîşa li ser Şengalê de weke fermandarekî HPG`ê xwe gihandibû qadê. Şehîd Dilşêr di 19’ê Cotmeha sala 2020 de li Amanosan ku dikeve axa Bakurê Kurdistanê şehîd dibe. Şehîd Dilşêr di berxwedana li Şengalê de rol û berpirsiyariyeke dîrokî bi cîh tîne û di dilê hemû Şengaliyan de cihekî bi rinx digire.

Dema Hisên Naîf Xidir jî behsa gerîlayan dike navê şehîd Dilşêr derbas dibe. Ji bo Hisên jî şehîd Dilşêr mirovekî giranbuha û şoreşgerekî mezin bû. Hisên dibêje ku beriya çeteyên DAIŞ bigihêjin gundê wan, gundî ji aliyê gerîlayan ve hatine hişyarkirin û ji wan hatiye xwestin ku xwe rizgar bikin. Li gorî Hisên dibêje şehîd Dilşêr Herekol jî di nav de, çend gerîla tên mala wan, bi wan re dimînin. Hisên û gundiyên Cidalê wê demê têne hişyarkirin û ji wan tê xwestin ku xwe bigihînin çiya da ku rûbirûyî qirkirinê neyên. Hisên heman demê diyar dike ku gundiyan ji şehîd Dilşêr wan bawer nekiriye û ev hişyarî cidî negirtine. Şehîd Dilşêr Herekol di saetên êvarê de çûbû gund. Ji Hisên bi xwe re jî gotibû:"Zû agahî bidin milet, fermanekê pêk tînin, zû tevbigerin û xwe xilas bikin, hilkişin çiya."

Dema Hisên behsa wan kêliyan dike dibêje ku xelkê gund pişta xwe bi hêza leşkerî ku qaşo bi navê parastina qadê li wir bû xurt kiribû. Heman demê ji gotina çeteyên DAIŞ’ê ya ‘armanca me ne Şengal e’ bawer kirine. Heman demê civaka Êzidî bi gotina “Ew hêzên peşmerge yên PDK û hêzen çekdarî yên Iraqê wê we biparêzin, netirsin” xapiyabûn. Heya ku civaka Êzidî dît ku rewş pir xeter e, armanca wan tunekirina civakê, çand, ziman û hebûna wê ye, êdî gelekî dereng bûbû.

Ya rastî civaka Êzidî ku xelkê gundê Cidalê jî di nav de ku pişta xwe bi wan hêzan jî xurt kiribûn, tenê guleyek jî neavêtibûn û xiyaneteke mezin li Êzidiyan kiribûn. Pişta xwe dan civakê û hemû bi çek û cebilxaneyên xwe reviyan. Tiştek jî ji Êzidiyan re nehiştin ku bikarin xwe pê biparêzin, yên heyî jî kom kiribûn. Di encama van hemûyan de qirkirineke ku mînaka wê tune ye, hate jiyîn…

ANHA