Şehîd El-Ehemd li Minbicê hate veşartin

Bi merasîmekê şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Hesen Xelef El-Ehmed ê şervanê hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê, ku di dema li ser erka xwe de şehîd bûbû, li goristana şehîdan a Minbicê veşart.

Şehîd El-Ehemd li Minbicê hate veşartin
31 tîrmeh, 2021   20:27
MINBIC

Piştî ku şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şehîd Hesen Xelef El-Ehmed ji Nexweşxaneya Firatê wergirt, bi karwanekê ber bi goristana şehîdan a li başûrê Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê, ligel deqeyeke rêzgirtinê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê toraneke leşkerî pêşkêş kir. Dûvre yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Uqab axivî û wiha got: "Şehîd pêşengên me ne, ew xwediyên dilên paqij û mezin in. Ji ber canê xwe di oxira welat û hezkirina wê de didin."

Piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebî Ezedîn wiha got: "Karwana şehîdan ji bilî pêkanîna azadî û rûmeta welat bi dawî nabe. Şehîdan da ku em bi ewle û rûmet bijîn canê xwe dan."

Li aliyekî din jî Hevserokê Komîteya Aborî ya Minbicê Ehmed El-Xelef li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û wiha got: "Şehîdan ji bo parastina welat û gelê xwe canê xwe da."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Paşê cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(fr)

ANHA