Balafireke dagirkeriya Tirk li başûrê Kobanê 2 erebeyên sivîlan kir hedef

Balafireke bêpîlot a girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Qumçî yê li ser rêya Kobanê-Helebê li başûrê Kobanê, 2 erebeyên sivîlan hedef girt.

Balafireke dagirkeriya Tirk li başûrê Kobanê 2 erebeyên sivîlan kir hedef
Balafireke dagirkeriya Tirk li başûrê Kobanê 2 erebeyên sivîlan kir hedef
Balafireke dagirkeriya Tirk li başûrê Kobanê 2 erebeyên sivîlan kir hedef
Balafireke dagirkeriya Tirk li başûrê Kobanê 2 erebeyên sivîlan kir hedef
Balafireke dagirkeriya Tirk li başûrê Kobanê 2 erebeyên sivîlan kir hedef
30 tîrmeh, 2021   12:45
KOBANÊ

Nûçegihanê ANHA`yê ji cihê bûyerê ragihand ku balafireke bêpîlot li gundê Qumçî (25 km li başûrê Kobanê, li ser rêya Kobanê-Helebê) 2 erebeyên sivîlan hedef girtiye û di encamê de zirarên madî gihîştine her du erebeyan.

Tiştek bi sivîlên di erebeyan de nehat, Hêzên Hawarî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê cihê bûyerê dorpêç kirin û tedbîrên pêwîst girtin.

Hêjayî gotinê ye ku balafirên bêpîlot ên dagirkeriya Tirk her tim sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digirin. Herî dawî mala Rêbertî li gundê Elpelûr hatibû hedefgirtin, beriya wê jî maleke sivîlan li gundê Memît kiribûn hedef. Her wiha di 23`ê Hezîrana sala borî de li gundê Helincê komkujî pêk anîbûn û di encamê de 3 jin hatibûn şehîdxistin.

(cx)

ANHA