Îstixbarata Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî 5 sivîl revandin

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku îstixbarata Tirk û çeteyên wê bi bihaneyên bê bingeh hejmarek sivîlên ji navçeyên Efrînê revandin.

Îstixbarata Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî 5 sivîl revandin
30 tîrmeh, 2021   09:22
ŞEHBA

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku îstixbarata Tirk û çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk, 2 şêniyên gundê Şûrbe yê navçeya Mabata bi tawan û bihaneyên bê bingeh, revandin.

Li gorî çavkaniyan, welatiyên hatine revandin Nîhad Beyram (45) û Ebdîn Umer (55) in û ew birine cihekî ne diyar.

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyên bi navê “Polîsên Sivîl” êrişî mala her du welatiyên bi navên Ehmed Reşîd Hisên (50) û Aslan Şêxmûs Hebeş (38) yên ji gundê Kêla yê girêdayî navçeya Bilbilê kirine û ew revandine.

Li gorî çavkaniyan, îstixbarata Tirk her wiha bi tawana ku berê bi saziyên Rêveberiya Xweser re kar dikir, welatiyê bi navê Îmad Ereb dema ku li firoşgeheke li navenda navçeyê bû, revandine û telefona wî kontrol kirine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji dema dagirkirina Efrînê di 18'ê Adarê sala 2018'an û vir be bi hinceta ku welatiyên herêmê berê bi saziyên Rêveberiya Xweser re kar dikirin gelek sivîl revandin.

(dx)

ANHA