Bîlançoya kuştiyan li Derayê gihaşt 28 kesan, 5 ji wan zarok in

Ji ber şerê li Derayê heta niha 28 kes hatine kuştin ku 5 ji wan zarok in. Niha li herêmê aramiyeke balder heye û heta vê kêliyê danûstandinên di navbera hin fermandarên Furqeya 4`an û nûnerên herêma Horanê û Komîteya Navendî ya Derayê de bê encam in.

Bîlançoya kuştiyan li Derayê gihaşt 28 kesan, 5 ji wan zarok in
30 tîrmeh, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya kuştiyên di bûyerên 24 saetên dawîn de li Derayê bilind dibe. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), heta niha ji ber topbarana bi moşek û çekên giran a ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve li dijî bajarokê Yadûde 11 sivîl hatine kuştin ku 5 ji wan zarok in.

Her wiha di şerê bi hikumeta Şamê re 9 çekdar û 8 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin. Ji ber ku rewşa gelek birîndaran xeter e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Ji beriya çend saetan ve û heta vê kêliyê li parêzgeha Derayê aramî serwer e, lê belê dem dem li gelek herêmên bakur û rojhilatê Derayê gule tên reşandin.

SOHR`ê duh bi şev destnîşan kiribû ku hemwextî lidarxistina danûstandinan li Stada Beledî ya Derayê yên bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera fermandarên ewlehiyê  û efserên Furqeya 4`an a hikumeta Şamê ji aliyekî ve û nûnerên herêma Horanê û Komîteya Navnedî ya Deryayê ji aliyekî din ve, endamên “îstixbaratê” yên girêdayî hikumeta Şamê ji hinek bendên kontrolê û nuqteyên xwe yên li gundewarê Derayê vekişîne. Heta vê kêliyê encamên wan danûstandinan nehatin eşkerekirin.

(şx)