Fermandariya YJA Starê gerîlayên ku çalakiya 27`ê Tîrmehê pêk anîne pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê fermandar û şervanên ku tev li çalakiya li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker bûne, silav kir.

Fermandariya YJA Starê gerîlayên ku çalakiya 27`ê Tîrmehê pêk anîne pîroz kir
29 tîrmeh, 2021   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha ye:

"27'ê Tîrmehê li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Warginemê hêzên me çalakiyeke serketî kirine. Bi taktîka afirandêr a gerîlayên serdema nû, bi bikaranîna zîrektî ya taktîka sabotajê wesayita leşkerî ya bi tîpa Kirpî hatiye rûxandin, bi kêmanî 6 dagirker hatine cezakirin û 10 dagirker birîndar bûne.

Ji ber vê çalakiya serketî ku we bi giyanê berz ê Apoyî û li ser xeta têkneçûyî ya YJA Starê ya jinên azad pêk aniye, di serî de gerîlayên jin ku tevlî çalakiyê bûne û hemû fermandar û şervanên eyaletê pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku gerîlatiya jinê ya Modernîteya Demokratîk bi ked û fedakariyê pratîk bikin û çalakiyên we yên karîger û şok dikin ên li ser artêşa Tirk berdewam bin."