Şêniyên Reqayê bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla şermezar kir

Bi sedan şêniyên Reqa û ciwanên wê daketin qadan û bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Şêniyên Reqayê bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla şermezar kir
29 tîrmeh, 2021   11:27
REQA

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê li gel bêdengiya navneteweyî didomîne. Her wiha li herêmên dagirkirî rojane sûcan pêk tîne. Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Reqayê bi xwepêşendeke girseyî sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

Şênî li çerxerêya El-Sae ya li naverasta bajêr kom bûn û ber bi çerxerêya El-Neîm ve meşiyan. Di meşê de slogan berz kirin, êriş û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên domdar şermezar kirin.

Li çerxerêya El-Neîm meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Ciwanên Şoreşger a Reqayê Emar El-Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê zêde kirin û armanca wê ya sereke tunekirina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û neteweya demokratîk e ku li ser bingeha biratiya gelan ava bûye.

Melicê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ciwan amade ne li hemberî êrişên hovane yên delweta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla bisekinin. Her wiha bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî vê yekê isbat dike ku ew van êrişên dewleta Tirk qebûl dike.

Meclisê di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî bi taybet êrişa li dijî goristanên şehîdan ên li Efrînê şermezar kirin û ev êriş bi neexlaqî bi nav kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de meclisê got: “Dewleta Tirk bi îdiayên nerast ên li dijî YPG û YPJ`ê nikare vîn û morala me bişkîne. Çiqas derewan bike û rastiya berovajî bike lê em ê şer bikin ji ber ku em azadîxwaz in.”

Di daxuyaniyê de meclisê daxuyand ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa jinan tê naskirin, ji ber ku têkbirina vîna jinan gelên herêmê lawaz dike, jinên êzidî li Şengalê tên kuştin û revandin. Meclisê piştrast kir ku kesek nikare vîna wê bişkîne ji ber ku li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan perwerde bûye, 

Meclisê di daxuyaniyê de hemû êrişên li dijî gelê herêmê şermezar kirin û soz da ku ew ê hesab ji sûcdaran bixwaze. Her wiha soza parastina destekfiyên şoreşê û mîrasa şehîdan da.

Di dawiya mitingê de beşdaran sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û banga hesabxwestinê kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X4YMK36y46U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>