`Divê ji bo Rêber Apo berpirsyariyên hiqûqî pêk bên`

Berdevkê Desteya Parastina Rêber Abdulah Ocalan diyar kir ku serdana saziyên mafê mirovan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cihê serfiraziyê ye û wiha got: “CPT bi erka xwe ranabe, ev yek tê wateya ku ew lawaz e û di bin bandora desthildariya Tirkiyê û berjewendiyên navdewletî de ye.”

`Divê ji bo Rêber Apo berpirsyariyên hiqûqî pêk bên`
29 tîrmeh, 2021   12:08
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Komîte û komeleyên hiqûqî, civakî û parastina mafan ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo ku biryarên binpêkirinên mafan ên derbarê "Cezayê girtîgeha heta hetayê ya giran" a ji bo Rêber Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatin dayîn bi lezgînî bixin rojeva xwe, serdana Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.

Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) ji ber ku bi kontrolkirina bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar û wezîfedar e, serlêdan li Konseya Ewropayê (KE) kir.

Têkildarî vê mijarê, berdevkê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mihemed Neyîmî ji ajansa me re axivî û serdana komeleyên girêdayî parastina mafê mirovan yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi cihê serfiraziyê pênase kir. Netyîmî diyar kir ku mijara binpêkirina mafê Rêber Ocalan di zindana Îmralî de mijara wan ya rojan e ye û ew ji bo vê yekê kar û xebatê dikin.

Neyîmî da xuyakirin ku ew jî ji bo azadiya Rêber Abdulah têkiliyên xwe li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê bi mafnas û parêzeran re berfirehtir dikin û wiha dom kir: “Banga me ji saziyên ku qaşo dibêjin em li ser mafê mirovan dixbitin re heye, ku heta niha tiştekî li gorî zagonên mafê mirovan nekirine. Qedexekirina li ser Rêber Apo ku her 5-6 salan carekê çend deqeyan bi rêya telefonê re hevdîtin pêk tên nayê qebûlkirin, gelê me rewşa Rêber Apo dişopoîne, ji ber ku dîlgirtina Rêber Apo heta vê astê li dijî ewlehî û aşîtiya cîhanî ye.”

Neyîmî destnîşan kir ku li gorî pîvanên zagonên navdewletî nabe ku Rêber Ocalan bê dîlgirtin û wiha dewam kir: “Me hêvî dikir ku civîna Konseya Ewropayê ya girêdayî NY`ê îsal bi slogana azadiya Rêber Apo be.  CPT jî bi erka xwe ranabe ev yek tê wateya ku ew lawaz e û di bin bandora desthildariya dewleta Tirk û berjewendiyên navdewletî de ye.”

Neyîmî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan tê wateya dîlgirtina hemû gelên Rojhilata Navîn û wiha got: “Heke berjewendiyên di navbera dewleta Tirk û dewletên navneteweyî nebûna, wan li ser dîlgirtina Rêber Apo erê nedikir.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G_TkeFfewxU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>