​​​​​​​Rojnameyên erebî: li Derayê metirsiyên operasyoneke leşkerî

Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya Sûriyê, peymanên Iraq-Amerîkayê û aloziya li Tûnisê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: li Derayê metirsiyên operasyoneke leşkerî
28 tîrmeh, 2021   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

'ARTÊŞA SÛRIY ZEXTÊ LI KOMÊN ÇEKDAR ÊN LI DERAYÊ DIKE DA KU ÇEKÊN XWE RADEST BIKIN'

Rojnameya El-Beyan têkildarî aloziya Sûriyê wiha nivîsî: “Gengeşiya li parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê zêdetir bû. Çekdarên girêdayî wan komên ku berê lihevhatina bi hikumetê re erê kiribûn, hîna jî çekên xwe radest nekirine. Lê belê artêşa Sûriyê zextê dike da ku vê rewşê biguherîne, ji ber komên çekdar pabendî lihevkirina berê nebûn û gelek kesayetên ewlekariyê û sivîl hedef girtin.

Hêzên Sûriyê li bajarê Dera El-Beled û rêyên ber bi gundewarên rojavayê Derayê ve dest bi avakirina 9 bendên nû yên leşkerî kir. Peymana ku hikumeta Sûriyê pêşkêşî çekdaran kiriye tê de hatiye gotin ku divê çekên xwe radestî hikumeta Sûriyê bikin, rewşa 90 kesên ku ji aliyê hikumetê ve têne xwestin were çareserkirin, divê çekdar 3 nuqteyên leşkerî li taxa Dera El-El-Beled radestî hikumetê bike. Her wiha hin kesên ku têne xwestin ji bajêr derkevin û ber bi Bakurê Sûriyê ve biçin ku di bin serweriya komên çekdar ên destekê ji dewleta Tirk digrin de ye. Lê heta niha peymana dawî çênebûye, tevî ku hêzên hikumetê dorpêç ji ser hin taxan rakir.

PEYMANA BIDEN – KAZIMÎ DERFET DA DYA`YÊ KU HÊZÊN XWE LI IRAQÊ BIHÊLE

Girêdayî têkiliyên Amerîka-Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Piştî hevdîtina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serokê Amerîkayê Joe Biden re, helwest û daxuyaniyên siyasî nîşaneyên peyamenek sêalî ya Amerîka-Iraq-Îran derdikeve holê. Bi saya vê yekê wê DYA`yê hebûna xwe li ser xaka Iraqê di bin navekî ku tê qebûlkirin dirêj kir.

Îran misogeriya erêkirina komên çekdar ji vê peymanê re girt ser xwe û Kazimî ji ber vê yek sûd ji agirbestê girt da ku dema xwe ya demikî berdewam bike û bighêje hilbijartinên Cotmehê.

TÛNIS: BANGÊN JI BO NEXŞERÊYÊ Û NAKOKIYÊN LI SER ARMANCAN

Her wiha têkildarî rewşa Tûnisê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: "Serokê Tûnisê Qeys Seîd û wezîrê karê derve Osman El-Carindî ku bi rêya telefonê pêwendî bi hejmareke mezin ji berpirsên cîhanê re kirine di nav de wezîrê karê derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, piştrast kirin ewê destekdayîna ji rêya demokratîk û pirreng re dewam bikin û îşaret bi biryarên awarte ku armancan wan sererastkirine, ne derbeya li dijî destûr û leşkerkirina welêt, kirin."

Xwestekên hêzên siyasî li ser peydakirina nexşereyekê, tevî nakokiyên wan li ser biryara Seîd, zêde dibin.

(bx)