Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê beşên nû li qonaxa amadehiyê zêde bike

Bi armanca teşwîqkirina perwerdeya pîşesaziyê û pîşeyî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îsal amadekariya zêdekirina şaxên nû li qonaxa amadehiyê dike.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê beşên nû li qonaxa amadehiyê zêde bike
28 tîrmeh, 2021   06:53
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Çandinî, pîşesazî û bazirganî yek ji bingehên sereke yên aborî û stûna pêşketina wê di cîhanê de ye. li ser vî esasî, desteya perwerdê dê îsal girîngiyeke taybet bide van şaxan.

Vekirina şaxên nû li qonaxa amadehî û pêşxistina wan serkeftineke û li rêzedestkeftiyên ku Rêveberiya Xweser di qada perwerdeyê de pêk anîne, zêde dibe.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo got ew ê îsal şaxên nû wekî "Pîşesazî, bazirganî, çandinî û tenduristî" vebikin. Salih Ebdo anî ziman ku ew planên vekirina petrol û peyterî jî di qonaxa amadehî de dikin.

Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê dê 19 dibistanên qonaxa amadehî vebike. Deste wê dibistanên pîşesaziyê li Dêrikê, Til Koçer, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê vebike. Amadehiya tenduristiyê û çandiniyê jî li Qamişlo û Hesekê vebike. Amadehiya bazirganiyê li Qamişloyê, Hesekê û Girkê Legê vebike. Amadehiya peyterî li Hesekê vebike. Amadehiya petrolê jî wê li Rimêlanê vebike. Her wiha peymangeha pîşesaziyê jî dê were vekirin û dema xwendina wê jî wê du sal bin.

Beşên van amadehiyan hene, amadehiya pîşesaziyê ji pîşeya pêk tê "Mîkanîk, îlktronîk, torno, Informatîk, xerat, neçar û kehrebe". Amadehiya çandiniyê jî ji du beşan pêk tê; beşa çandiniyê ya giştî ya ji bo zêdebûna tov û beşa duyemîn jî dê tê de li ser alavên çandiniyê perwerde werin dîtin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê sala 2017`an cara yekemîn qonaxa amadehî ya pîşesaziyê vekir, ku berê hikumeta Şamê ev beş paşguh kiribû. Xwendekarên îsal di qonaxa amadehî de bi ser ketin, dê peymangeha pîşesaziyê bixwînin.

Mihemed Ebdo destnîşan kir ku desteyê komîteya şopandina van amadehiyan ava kir û wiha got: "Binesaziya van amadehiyan xirabû bûye û pêwîstî bi sererastkirinê heye, her wiha pêwîstiya amadehiyan bi alavên pîşeyî heye û em ê wan peyda bikin."

Desteya Perwerde û Fêrkirinê komîteya amadekirina meteryalên taybet bi van amadehiyan ji bo zimanên kurdî û erebî ava kir û dê beriya sala xwendinê ya 2021-2022`an dest pê bike, van metiryalan amade bike.

Endamê komîteya amadekar Îbrahîm Ereb têkildarî mijarê got: "Niha pispor meteryalan bi awayekî akademîk amade dikin. Di heman demê de komîte meteryalan werdigerînin zimanê kurdî da ku her pêkhate bi zimanê dayika xwe perwerde bibin."

Ereb da zanîn ku xwendekarên ku îsal qonaxa perwerdeyê ya sereke bi dawî kirin, dê li gorî rêjeya ku komîteya amadekar a Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kiriye, li beşên amadehiyên pîşeyî û pîşesazî werin belavkirin.

Deste di sîstema xwe ya perwerdê de xwe dispêre nirxandina kar û xebata xwendekaran, her wiha tevlêbûna xwendekar a ji waneyan re û pabendiya bi hatine dibistanê re û reftar jî di ber çavan re tê derbaskirin. Bi gotineke din nirxandina xwendekaran ne tenê li ser esasê ezmûnên dawî tê kirin.

Der barê mijarê de Mihemed Salih Ebdo wiha got: "Îsal dê mamosteyên pispor çavdêriya xwendina xwendekaran bikin, xebata xwendekaran a sala xwendinê ji sedî 50 ji encama dawî tê hesibandin û ji sedî 50 li gorî ezmûna nivîskî ya dawî ye. Em amade ne sîstema xwendinê bi pêş bixin û diyarkirina çarenûsa xwendekarên xwe li ser bingeha binketin û serkeftina di ezmûnên kilasîk de red dikin."

Ereb diyar kir ku piştî qonaxa amadehî ya sê salan bi dawî bibe, peymangehên taybet hene û dema xwendina wan jî ji du heta sê salan e, her wiha amadekariyên vekirina zanîngehan jî tê kirin û dema xwendina wan jî 5 sal in.

Ereb destnîşan kir ku dema xwendekar ji qonaxa amadehî der biçin, dikarin li gorî xwendin û beşa xwe bixebitin, di heman demê de ger bixwazin, dikarin xwendina xwe li peymangeh û zanîngehan jî berdewam bikin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Salih Ebdo wiha dawî li gotina xwe anî: "Em hewl didin kadroyên zana û pîşeyî ava bikin da ku xizmeta welatê xwe bikin. Rêveberiya Xweser biryar da ku dema ew xwendekar xwendina xwe bi dawî bikin, dê yekser bixebitin."

Desteya Perwerde û Fêrkirinê biryarnameyek ragihand ku pêwîstî bi mamosteyên pispor ên qonaxa amadehiya pîşeyî ku dê vebin, heye. Her wiha endamê Komîteya Perwerdê Mihemed Ereb got pêwîstiya wan jî bi endazyar û pîşezan heye.  Piştî ragihandina vê biryarnameyê heta niha zêdetirî 600 mamosteyan navên xwe tomar kirine.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A5myLrio-wM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>