Malbatên şehîdên Eyn Îsayê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser goristana şehîdan da

Malbatên şehîdan ên li navçeya Eyn Îsa êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser goristana Şehîdan a bajarê Efrînê şermezar kirin.

Malbatên şehîdên Eyn Îsayê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser goristana şehîdan da
28 tîrmeh, 2021   04:12
EYN ÎSA

Bertekên malbatên şehîdan ên li hemberî êrişên dagirekriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî goristana Şehîdan a bajarê Efrîna dagirkerî û vekirina goran didomin.

Welatiyê ji navçeya Eyn Îsa, Ebûd El-Ewad got, êrişa dagirkeriya Tirk a li ser goristana şehîdan û vekirina gorên wan karekî neexlaqî û ji bo malbatên şehîdan û tevahî gelên herêmê karekî provakatîv e.

Hevjîna şehîdekî, Eweş Ebdullah destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zanebûn pîroziyên wan wêran dike û got: "Ev kiryar ne ya yekemîn e ku li herêmên dagirkirî tê kirin, her tim gorên şehîdên me xirab dikin û vedikin."

Di goristana li Efrînê  de ya ji hêla dagirkeriya Tirk ve hate rûxandin cenazeyên şehîdên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn ku li beramberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê  yên destpêka 2018` hatibûn destpêkirin, axa xwe parastine.

Ajansa me di Sibata borî de êrişa dagirkeriyê ya li ser goristana şehîd Mehmûd Tahmê ya li gundê Tenhûze ku 10 km li rojavayê Girê Spî ya dagirkirî ye, belge kir.

Ebûd û Eweş bang li civaka navneteweyî ya ku îdiaya mirovahiyê dike, kir ku destwerdanê bike û zextê li dewleta Tirk bike da ku kiryarên xwe yên hovane li dijî goristanên şehîdan bisekinîne.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yjH86PRtJ4g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>