​​​​​​​Tê gotin ku hikumeta Şamê navenda Efrînê topbaran kiriye

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê yê dagirkirî ji ajansa me re ragihandin ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekan bajarê Efrînê bi dijwarî topbaran kiriye.

​​​​​​​Tê gotin ku hikumeta Şamê navenda Efrînê topbaran kiriye
25 tîrmeh, 2021   10:38
ŞEHBA

Nûçegihanê me li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî ragihand ku topbaran beriya çend kêliyan pêk hatiye û wêneyên ku dûman bi ser bajêr de bilind dibe, hatin parvekirin.

Li gorî çavkaniyan topbaran hîna dewam dike.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê ti aliyan berpirsiyara topbaranê negirtiye ser xwe.

(cx)

ANHA