Hêzên dagirker navçeya Şera û kantona Şehbayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera û kantona Şehbayê topbaran dike.

Hêzên dagirker navçeya Şera û kantona Şehbayê topbaran dikin
25 tîrmeh, 2021   10:49
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz, Îrşadiyê, Kefer Antûn, Tatmaraş, Kela Şiwarxe, Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên navçeya Şera ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Hêzên dagirker her wiha gundê Şêx Îsa û navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê topbaran dikin.

(cx)

ANHA