Kazimî berê xwe da Washingtonê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro tevî şandeyeke hikumetê bi serdaneke fermî berê xwe da Washingtonê. Dê serdan çend rojan dewam bike û dê têkiliyên Iraq-Amerîka û dozên dualî bên nîqaşkirin.

Kazimî berê xwe da Washingtonê
25 tîrmeh, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê (Wai), nivîsgeha serokwezîr bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîr Mistefa Kazimî tevî şandeyeke hikumetê bi serdaneke fermî îro berê xwe daye Washingtonê. Li gorî daxuyaniya nivîsgehê, dê serdan çend rojan dewam bike û dê têkiliyên Iraq-Amerîka di hemû aliyan de û dozên dualî yên ji bo her du welatan girîng bên nîqaşkirin.

Beriya ku Kazimî ji Iraqê bi rê bikeve wiha gotibû: “Ev serdan di çarçoveya hewldanên Iraqê yên xurtkirina têkiliyên bi Amerîkayê re û li ser esasê rêzgirtinê û hevbkariya dualî di hemû aliyan de, pêk tê.”

Kazimî her wiha ji ajansa “Associated Press” re gotibû “Êdî pêwîstiya welatê wî bi hêza şerker a Amerîkayê ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê, nîne. Lê belê dema jinûve bicihkirina hêzên Amerîkayê dê li gorî encama danûstandinên ku vê hefteyê bi rayedarên amerîkî re tên kirin, diyar bibe.”

Kazimî daxuyand ku êdî pêwîst nake tu hêzên biyanî li xaka Iraqê bimînin, lê belê dema derketina hêzên Amerîkayê eşkere nekir. Her wiha diyar kir ku hêzên ewlekariyê û arêtşa Iraqê bêyî piştgiriya hêzên Koalîsyonê yên bi serkêşiya DYA`yê, dikarin welatê xwe biparêzin.

(cx)