Gundên Şera û Şehbayê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh nîvê şevê navçeya Til Rifetê, gundên ŞêX Îsa, Bêlûniyê û Eyn Deqnê topbaran kir.

Gundên Şera û Şehbayê hatin topbarankirin
25 tîrmeh, 2021   05:16
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh nîvê şevê navçeya Til Rifetê û gundê Şêx Îsa yên Şehbayê topbaran kir.

Di heman demê de gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên navçeya Şera yên Efrîna dagirkirî topbaran kir.

ANHA