ꞌRevandina nûnerên PYD`ê û Rêveberiya Xweser xizmeta gelê Kurd nakeꞌ

Siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên PYD'ê yên li Hewlêrê da û diyar kir ku ev kiryar xizmeta gelê Kurd nake û bandoreke neynî li diyalogên di navbera Kurdan de dike.

ꞌRevandina nûnerên PYD`ê û Rêveberiya Xweser xizmeta gelê Kurd nakeꞌ
25 tîrmeh, 2021   06:12
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Hêzên PDK`ê 10`ê Hezîrana derbasbûyî nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û endamê têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê yên li Hewlêrê, dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê revandin. Heta niha agahî ji nûneran nayên girtin.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî got, revandina nûnerên PYD`ê û nûnerê Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK'ê ve xizmeta gelê Kurd nake.

El-Elî ev lê zêde kir: "Li kîjan welatî dibe bila bibe, nabe bêyî sedem siyasetmedar werin binçavkirin, heta nabe ji bo parvekirina nêrîna xwe were binçavkirin, ji ber ku ev yek qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike. Binçavkirina dîplomatan a li Hewlêrê ku zêdetirî mehekê çêbûye û ji aliyê peywendîdar ve nediyarkirina sedema binçavkirina wan, tê wateya revandinê ne binçavkirinê."

El-Elî bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku yekser aqûbeta dîplomatan eşkere bike û ev nirxandin kir: "Revandina dîplomatan bandoreke neyînî li diyaloga Kurdan dike, di heman demê de lewazkirina hêzekê yan jî aliyekî siyasî tê wateya lewazkirina gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê. Li ser vê yekê divê hikumeta Başûrê Kurdistanê dîplomatan yekser serbest berde û ji bo berjewendiyên gelê Kurd kar û xebatê bike."

Endamê Desteya Siyasî ya Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Muslim Ebas jî nerazîbûn nîşanî girtina siyasetmendaran da û ev wiha got:"Em wekî Partiya Aştiyê her tim li dijî girtina siyasetmedaran e, ji ber ku nabe bi sedema ku nêrîna wan ne li gorî nêrîna hikumetê be werin binçavkirin, lê me dît ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê endamên têkiliyan ên PYD`ê û nûnerê Rêveberiya Xweser revandin û têkildarî rewşa wan tu daxuyanî  neda."

Ebas diyar kir ku di demeke ku gelê Kurd li benda yekitiya partiyên kurdan û ragihandina Kurdistana azad in de, hikumeta Başûrê Kurdistanê dîplomatên ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd dixebitin, revandin.

Muslim Ebas di dawiyê de îşaret pê kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê aqûbeta dîplomatên revandî ne û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku têkildarî çarenûs û devera lê ne, daxuyaniyeke fermî bide.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6uJw0dV7ewo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>