Koçberên Efrînê: Serdana Soylu ji bo rewakirina dagirkirina Sûriyê ye

Koçberên Efrînê yên li kanotna Şehbayê dimînin serdana wezîrê karên hundirîn ê dewleta Tirk a ji bo Efrînê şermezar kir û got, armanca vê serdanê rewakirina dagirkirina Sûriyê ye.

Koçberên Efrînê: Serdana Soylu ji bo rewakirina dagirkirina Sûriyê ye
25 tîrmeh, 2021   02:22
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên ji bo rewakirina dagirkirina herêmên Sûriyê bênavber didomîne, bi taybet li bajarê Efrînê da ku wê tev li Tirkiyê bike.

Dewleta Tirk di 18`ê Adara 2018`an de kantona Efrînê dagir kir. Ji wê demê ve sûcên hovane li dijî şêniyên wê pêk tîne ji kuştinê bigire heta bigihêje, revandin, çewisandin û guhertina demografiya wê.

Di gaveke din de ku dagirkeriya xwe rewa bike wezîrê karên hundirîn ê dewleta Tirk a dagirker Suleyman Soylu di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de serdana kantona Efrînê û bajarê Ezazê yên dagirkirî kirin.

Ev ne cara yekê ye ku Soylu serdana herêmên dagirkirî dike, di salên borî de serdana gelek herêmên bakurê Sûriyê  mîna Cerablus, Ezaz û Idlibê kirin.

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin ev serdan şermezar kir.

`SERDAN DAGIRKIRINÊ REWA DIKE`

/kr/uploads/files/2021/07/24/204204_-.webp

Şêniya bi navê Fîdan Mamo ya li kampa Berxwedan dimîne got: “Em vê serdanê bi tundî red û şermezar dikin. Ji ber ku ew sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me yên li Efrînê rewa dike.”

Fîdan Mamo sûcên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî  bi taybet êrişên li dijî goristanên şehîdan bi derexlaqî bi nav kir

Fîdan Mamo wiha domand: “Em şêniyên Efrînê yên resen in, bi darê zorê koçberî Şehbayê bûn û ji zêdetirî 3 salan ve li van kamp û malên berwêrankirî li ber xwe didin. Ev berxwedan ligel rewşên dijwar, ambargo û topbarana bênavber bi armanca vegera li Efrînê berdewam dike û heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin."

/kr/uploads/files/2021/07/24/204238_-.webp

Şêniyê bi navê Nezmî Hesen jî got: “Em hebûna rayedarên tirk li bajarê xwe qebûl nakin. Ew beşek ji xaka Sûriyê ye û ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya civaka navneteweyî hat dagirkirin.”

`DIVÊ HEMÛ NAS BIKIN KU DEWLETA TIRK DEWLETEKE DAGIRKER E`

Hesen bal kişand ser timayên dewleta Tirk a dagirker ên cîhanê û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Divê hemû nas bikin ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, dijminê kurdan e û hewl dide wan qir bike.”

Her wiha Hesen bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hember sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker pêkanîna sûcan li dijî sivîlan li Efrînê didomîne. Rojane herêmê û derdora kampên koçberên Efrînê topbaran dike.”

/kr/uploads/files/2021/07/24/204218_-.webp

Şêniya bi navê Nebiye Bekir got, piştî dagirkirina Efrînê şênî ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûn û bi armanca derxistina şêniyên mayî jî dewleta Tirk hemû sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn.

`DIVÊ ALIYÊN HIQÛQÎ HESABÊ JI DEWLETA TIRK BIXWAZIN`

Nebiye serdana Soylu ya ji Efrînê re şermezar kir û got: “Divê aliyên hiqûqî hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.”

/kr/uploads/files/2021/07/24/204149_-.webp

Ebdurehman Elî jî mîna şêniyên navborî piştrast kir ku dewleta Tirk ji serdana Soylu armanc dike moralên şêniyên berxwedêr zaîf bike û destnîşan kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo têkbirina berxwedana wan dê bi bin kevin û soza berdewamkirina berxwedanê da.

(şx)

ANHA