ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2021'AN
14 tîrmeh, 2021   23:00

-Îro li stada Kornîş a girtî ya li Dêrikê bi beşdariya çavdêr û rahênerên werzîşê dibistana fotbolê tê vekirin, da ku nifşekî werşîzî ya pispor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin. saet 10:00’an sibehê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên dawiya salê yên amadehî bi şaxên wê yên giştî û sîna derdixe, saet 10:00’an sibehê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-KNK’ê panelekê bi diruşma" Tevgera Kurd di navbera binketên borî û destkeftiyên niha de" li Hola Zana ya Qamişlo li dar dixe ku endam û semînervanê siyasî Salih Gedo bi rê ve dibe, saet 05:30’an êvarê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- ꞌAlîkariyên di rêya dergehê Bab El-Hewa re derbas dibûn me didîtin, lê me tiştek jî bi dest nexistꞌ bi vê gotinê koçberên Idlibê yên li kampa Ebû Qibêi ya rojavayê Reqayê, biryara dirêjkirina dema vekirina dergehê Bab El-Hewa wesif kir û bang Ii NY`yê kir ku vê biryarê di ber çavan re derbas bike, ji ber ku  neheqiya li dijî gelê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şervanekî QSD`ê yê ji Idlibê hişyarî da kesên ji Sûriyê yên tev li dewleta Tirk dibin ku nekevin xefka dewleta Tirk û bang li wan kir ku tev li nava QSD`ê bibin da ku yekitiya xak û gelê Sûriyê biparêzin, li hemberî dagirkeran bisekinin û axa xwe rizgar bikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş ku di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de cih girtiye, got "Di navbera çar dîwaran de yan me yê li dijî van hemû zextan li ber xwe bida yan jî teslîmiyet qebûl bikira û li têkbirina şoreşê û gel temaşe bikira. Di pêvajoyek bi vî rengî de li zindana Amedê berxwedan pêk hat." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê hişyarî da, ku dê DAIŞ û hêzên herêmî sûdê ji encamên aborî yên girtina dergehê sînor ê Til Koçer bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedara Kurd diyar kir ku hêzên navneteweyî yên komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî û di encama wê de dîl hate girtin, hevalbenda tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêbertî ferz dike, ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Mirî El-Şiblî li ser xemsariya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ`ê hişyarî da. El-Şiblî bal kişand ser jinûve xwebirêxistinkirinê DAIŞ`ê û got, divê civaka navneteweyî bi Rêveberiya Xweser re li dijî DAIŞ`ê biryareke hevgirtî bistîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jina enternasyonalîst Nûjîn Derya çavdêriya xwe li ser şoreşa jinê wiha tîne ziman: “Min li vir ji xeyalên xwe zêdetir tişt dîtin. Bi belavkirina van tovên jiyana azad re, avakirina konfederalîzma demokratîk ya jinên cihanê nêz e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên Dêrazorê da zanîn ku têkoşîna jinan û zêdebûna destkeftiyên wê hişt ku tundiya li dijî wan zêdetir bibe. Her wiha bi armanca têkbirina şoreşa jinan sûcên qetilkirinê li dijî wan pêk tên, bi wê re bang li muhasebekirina sûcdaran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîskar û rewşenbîrên jin girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê wek piştgiriya dagirkeriya Tirk bi nav kir û destnîşan kir ku êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi rêbazên qirêjî pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna kehrebe, şêniyên tax û gundên herêma Cizîrê jeneratorên embêran kirîn, da ku kehrebe bi awayekî hevbeş ji malên xwe re peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA