Li Hesekê çalakiyên meha çandê bi dawî bûn

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi pêşandana sinivîsyonekê der barê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê û filimê "Ji bo azadiyê" de ku îşaretê bi berxwedana sûrên Amedê dike, çalakiya xwe ya hunerî li Hesekê bi dawî kir.

Li Hesekê çalakiyên meha çandê bi dawî bûn
Li Hesekê çalakiyên meha çandê bi dawî bûn
Li Hesekê çalakiyên meha çandê bi dawî bûn
Li Hesekê çalakiyên meha çandê bi dawî bûn
Li Hesekê çalakiyên meha çandê bi dawî bûn
Li Hesekê çalakiyên meha çandê bi dawî bûn
Li Hesekê çalakiyên meha çandê bi dawî bûn
14 tîrmeh, 2021   20:23
HESEKÊ

Tevgera Mezopotamya di çarçoveya hemleya xwe ya piştgiriya ji çand û hunerê re û bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye" li bajar û navçeyên herêma Cizîrê çalakiyên hunerî pêşkêş dike.

Çalakiyên çand û hunerê 9`ê Tîrmehê bi dirûşmeya"Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" dest pê kirin û dê heta 26`ê Tîrmehê berdewam bikin.

Li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Hesekê Tevgera Mezopotamya di roja sêyemîn û dawî de li bajarê Hesekê sinivîzyonek der barê Berxwedana Şehîdên 14`ê Tîrmehê ya di girtîgehên Amedê de hate meşandin pêşanda, her wiha filimê "Ji bo azadiyê" ku îşaretê bi berxwedana Sûrên Amedê dike û berxwedana Yekîneyên Parastina Sivîl a li Sûrê ya bajarê Amedê ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk meşandin, pêşkêş kir.

Bi dehan endamên Tevgera Çand û Hunerê, endamên saziyên sivîl û bi dehan şêniyên bajarê Hesekê beşdarî çalakiyê bûn.

Di dawiyê de endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê Efaf Heskê axivî û wiha got: "Armanc ji hemleya çand û hunerê, ew e ku çand û mîrasa herêmê di çarçoveya hemleya "Dem dema azadiyê ye" de biparêzin."

(eh)

ANHA