​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

Kongreya Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi beşdariya bi sedan şêniyên her du taxan, bi merasîmekê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn.

​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
14 tîrmeh, 2021   20:48
HELEB

Merasîma bîranîna şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê ku Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê orgenîze kiriye, bi beşdariya bi sedan şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li dar ket.

Cihê merasîmê ya ku li qada Cebanat a li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar ketiye, bi wêneyên rêber Ocalan û wêneyên Berxwedana 14`ê Tîrmehê hate xemilandin.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedran Hemo axivî û wiha got: "Serkêşiya Berxwedana 14`ê Tîrmehê şehîd Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akif Yelmaz û Alî Çîçek bû, her wiha berxwedana wan li dijî hişmendî û dîktatoriya dewleta Tirk derbeyeke mezin bû."

/ar/uploads/files/2021/07/14/200441_bdran-hmw.webp

Bedran wiha domand: "Berxwedana girtîgehan a li dijî darbeyê 12`yê Îlonê dest pê kir. Ev berxwedan ji yek çalakiyên rewa, dîrokî û herî mirovane bû û bi xwe re encamên erênî yên dîrokî anîn."

Têkildarî siyasetên AKP`ê Bedran ev nirxandin kir: "Dema em behsa girtîgeha Amedê dikin, di heman demê de em behsa kiryarên desthilata heyî dikin ku Tirkiyê veguherand girtîgeheke ji bo qetilkirin, girtin û têkbirina vîna gelan."

/ar/uploads/files/2021/07/14/200502_rmzyh-salh.webp

Li aliyekî din jî endama Kongreya Star Remziye Salih îşaret bi girîngiya avakirina komîteyên hiqûqî kir, da ku hemû sûcên li dijî gelê Kurd pêk tên werin kişfkirin û civaka navneteweyî jî nas bike.

Remziye bang li NY`yê, Amerîka û Komkara Ereb kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin ku li ser ewlehî û aramiya cîhanê tevahî xeteriyekê çêdike.

Remziye di dawiyê de da zanîn ku dewleta Tirk nikare vîna gel bişkîne û rûmeta wan desteser bike, ji ber ku gelê Kurd têkoşîna xwe ji berxwedana girtîgehan wergirtiye.

Piştî axaftin bi dawî bûn, têkildarî berxwedana girtîgehan û hêza wan a li dijî siyaseta dewleta Tirk sinivîzyonek hate pêşandan.

(eh)

ANHA