Jinên Dêrazorê: Sûcên qetilkirina jinan bi armanca têkbirina şoreşa jinan e

Jinên Dêrazorê da zanîn ku têkoşîna jinan û zêdebûna destkeftiyên wê hişt ku tundiya li dijî wan zêdetir bibe. Her wiha bi armanca têkbirina şoreşa jinan sûcên qetilkirinê li dijî wan pêk tên, bi wê re bang li muhasebekirina sûcdaran dikin.

Jinên Dêrazorê: Sûcên qetilkirina jinan bi armanca têkbirina şoreşa jinan e
15 tîrmeh, 2021   06:29
DÊRAZOR

Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê der barê sûcên qetilkirina her du zarokên ku destpêka mehê li Hesekê pêk hatin de, axivîn.

Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Ehed El-Mirkaz sûcê qetilkirina jinan û qetilkirina her du zarokên li Hesekê bi taybet şermezar kirin.

Ehed El-Mirkaz ev li gotina xwe zêde kir: "Di bin kîjan navî de dibe bila bibe, em qetilkirina jinan red dikin, bi berdewamkirina xeta têkoşîna jinan re da ku maf û azadiya xwe bi dest bixin, her wiha zêdebûna destkeftiyan wan re, em dibînin ku tundiya li dijî jinan û hedefgirtina wan zêde dibe, ev jî pîvanên mirovahî derbas dikin."

Ehed El-Mirkaz ev nirxandin kir: "Em ê li dijî hişmendiya paşverû ya mêrdestiyê ya qetilkirina jinan ji aliyên derûnî û bedenî ve têkoşîna xwe bilind bikin, her wiha em ê di navbera hemû beşên civakê de zanebûnê belav bikin, da ku azadî, adalet û wekhevî misoger bibe. Divê sûcdarên ku ew her du zarok qetil kirine, werin cezakirin."

Li aliyekî din endama Komîteya Jinan a Meclisa Firatê Xade Adil axivî û wiha got: "Em jinên gundewarên Dêrazorê sûcên li dijî her du zarokên bi navên Eyde û Aye pêk hatin, şermezar dikin."

Xade Adil wiha domand: "Ev sûc li hemberî azadiya hemû jinan dibe asteng, di heman demê de mafên jinan bi buhaneyên derexlaqî, rêgez û qanûnan bi kar tîne, ji lew re ev sûcên ku li dijî her du zarokan pêk hatin, bi armanca bidawîkirina şoreşa jinan û têkbirina wê ye."

Xade Adil wiha gotina xwe berdewam kir: "Dema sûcên wiha li dijî jinan û zarokên li herêmên me pêk bên, em ê bê deng nemînin, ji ber ku em jin in, pê dihesin û van êriş û sûcan qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin."

Di dawiyê de endama Komîteya Jinan a Meclisa Firatê Xade Adil êrişên çeteyên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî û jinan kir ku van sûcan bisekinînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kKCEpdzfoWs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>