Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi rûspiyên navçeya Eyn Îsa re civiya

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi rûspî û şêxên navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî re civiya, da ku li xwestek û astengiyên debarê yên şêniyên navçeyê guhdar bike.

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi rûspiyên navçeya Eyn Îsa re civiya
Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi rûspiyên navçeya Eyn Îsa re civiya
Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi rûspiyên navçeya Eyn Îsa re civiya
Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi rûspiyên navçeya Eyn Îsa re civiya
14 tîrmeh, 2021   17:27
EYN ÎSA

Îro li mêvanxaneya Şêx Feysel Horan a li gundê Horan ê li rojavayê Eyn Îsayê civînek hat lidarxistin, tê de gelek rûspî û şêxên eşîrên Girê Spî û Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn amade bûn.

Di civînê de Mihemed Şahîn li ser rewşa aborî ya li herêmê ligel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ferzkirina Qanûna Qeyser axivî û got: "Rewşa aborî, Qanûna Qeyser û êrişên dagirkeriya Tirk bandoreke neyênî li ser rewşa debarê ya herêmê kir. Her wiha dê li gorî pêdiviyan proje di pêşerojê de pêk werin."

Piştre deriyê nîqaşê hat vekirin û beşdaran azar, pirsgirêkên aborî, xizmetguzarî û debarê yên li kantonê nîqaş kirin.

(fr)

ANHA