Li Minbicê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin oxirkirin

Şêniyên Minbicê cenazeyên du şehîdên bi navên Mihemed El-Mûs û Mehmûd Xelîfe yên ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana şehîdan bi merasîmeke girseyî oxir kirin.

Li Minbicê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin oxirkirin
Li Minbicê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin oxirkirin
Li Minbicê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin oxirkirin
Li Minbicê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin oxirkirin
Li Minbicê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin oxirkirin
Li Minbicê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin oxirkirin
14 tîrmeh, 2021   17:20
MINBIC

Karwana şehîdan ji pêş Nexweşxaneya Firatê ber bi goristana şehîdan a li başûrê Minbicê bi beşdariya bi dehan şênî kete rê.

Li goristanê, tevî deqeyeke rêzgirtinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî pêşkêş kir. Dûvre Cîgirê Hevserokatiya Komîteya Hundirîn a Minbicê Îbrahîm Bekar wiha got: "Li te pîroz be şehîd ew cihê bilind û bi nirx. Te di oxira welat de canê xwe da."

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx li ser nave meclisê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Ji şehîd giranbuhatir tune ye. Ji ber ku ew di oxira parastina şênî û welat de canê xwe didin."

Li aliyekî din jî Hevserokê Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Minbicê Suhêl Walî li ser navê Rêveberiya Minbicê wiha axivî: "Tenê hebûna şehîdan parastina taybetmendiyên xakê diparêzin û ji her şehîdekî/ê çîrokek heye. Em ê her deyndarê wan bin."

Piştî axaftinê bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Ehmed El-Casim wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin û di nava tilîliyên dayikan û diruşmên şehîd namirin de şehîd spartin axê.

ANHA