MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist

Endamên MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist, tê de gotin ji bilî diyaloga sûrî-sûrî ne pêkan e çareserî ji krîza Sûriyê re were dîtin û bang li hikumeta Şamê kir ku bersiva lidarxistina diyalogê bide ku gelê Sûriyê were rizgarkirin.

MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist
MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist
MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist
MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist
MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist
14 tîrmeh, 2021   16:24
HELEB-ARIF SILÊMAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)  bi oldarên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê re civîn û pêşdeçûnên siyasî yên dawî şîrove kirin.

Di civîna ku li Saziya Karûbarên Olî ya li taxa Şêxmeqsûdê de li dar ketiye, bi dehan oldar û endamên MSD’ê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD’ê Fatme Hisîno wiha got: "Sûriyê welatekî pir netewe, pir ol, pir mezheb û pirt etnîk e. Bêyî dayîna mafên rewa ji van pêkhateyan re axaftina li ser çareseriya krîzê ne pêkan e. Lê dayîna mafên rewa, ne ku parçekirin  e, wek îdiayên hin kesan."

Fatme Hisîno da zanîn ku pêwîst e MSD’ê bibe parçeyek ji çareseriyê ne parçeyek ji pirsgirêkê û wiha domand: "Berjewendiya sûriyan her tim bi rêya çareseriya demokratî ya aştiyane ye."

Fatme Hisîno diyar kir ku divê ol di krîzan de neyê bikaranîn û kesên ol bi kar tînin werin bidûrxistin û nehêlinbin aloziyê derfet bigirin û wiha gotina xwe berdewam kir: "Me di dirêjahiya salên borî de dît ku çawa ol bi destê komên tundraw û dewletên herêmê ve hat bikaranîn, da ku xizmeta ajande û berjewendiyên xwe yên şexsî bikin û bi navê ol gel qetil kirin, wêran kirin û koçber kirin."

‛SÛRIYÊ JI BER NAKOKIYÊN HUNDIRÎN, HERÊMÎ Û CÎHANÊ AZARAN DIKIŞÎNE’

Endamê Meclisa Hevserokatiya MSD’ê Mirî El-Şiblî wiha got: "Bandora oldar û zanyarên ol li ser civakê hene, dema oldar rast be civak jî rast dibe."

El-Şiblî da zanîn ku Sûriyê ji 10 salên şer ve ku çirûska wê ji Deraa pê ket azaran dikişîne û wiha domand: "Sûriyê di 3 nakokî û şeran re derbas bû, ya yekê; şerê navxweyî ya li ser desthilatê bû, ya duyemîn jî; nakokiya hêzên herêmî di serî de dewleta Tirk û Îranê, ya sêyemîn jî; nakokiya di navbera Rûsya, Amerîka û derdora wan bû."

El-Şiblî wiha li gotina xwe zêde kir: "Gelo gelê Sûriyê li hember van şer û nakokiyan ji maf û xwestekên xwe li ku ye? Vî gelî bi milyonan şehîd di oxira xwesteka azadiya xwe û welatê xwe de da, da ku bi rûmet bijî, lê îro di hemû civînên ji bo çareseriya Sûriyê de tune ne."

‛DIYALOGA SÛRÎ, ÇAREYA YEKANE YA RIZGARKIRINA GEL E’

Têkildarî çareseriya krîza Sûriyê Mirî El-Şiblî da zanîn ku Rêveberiya Xweser û MSD’ê her tim banga lidarxistina diyalogê û çareseriya siyasî dikin, ji ber ew bawer in ku çareya leşkerî tu encamên baş bi xwe re nîne. Ji bilî diyaloga sûrî-sûrî çareseriya krîza Sûriyê ne pêkan e."

El-Şiblî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji bilî diyaloga sûrî-sûrî krîza Sûriyê çareser nabe, ji ber rêya yekane ye û MSD’ê dê ji gelê Sûriyê bibe pireyek heta ku bigihîje ewlehiyê."

ANHA