Rojnameyên erebî: Îran fermana hedefgirtina hêzên Amerîka li Sûriyê dide

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa aloziya Amerîka-Îranê li Sûriyê, têkiliyên dewleta Tirk-Kiwêtê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Îran fermana hedefgirtina hêzên Amerîka li Sûriyê dide
14 tîrmeh, 2021   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎRAN JI MÎLÎSÊN XWE DIXWAZE KU HÊZÊN AMERÎKA YÊN LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ HEDEF BIGIRIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên iraqî hatine wergirtin, serokê îstixbaratê yê “Pasdarên Îranê” Husên Taib hefteya borî di hevdîtineke li Bexdayê de ji fermandarên komên çekdar ên li Iraqê xwestiye ku li dijî hêzên Amerîka yên li Sûriyê “operasyonên tolhildanê” li dar bixin.

Ajansa Ruetersê li gorî 3 çavkaniyan ji komên çekdar û 2 çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku Taib bang li komên çekdar ên li Iraqê kiriye ku êrişên xwe li dijî baregehên Amerîka yên li Sûriyê zêde bikin û operasyonên tolhildanê pêk bînin.

Rayedarekî payebilind li herêmê ku li ser serdana Taib xwedî agahî ye, daxuyand ku serokê îstixbaratê yê “Pasdaran” bi hejmareke fermandarên komên çekdar ên Iraqê re civiyaye û nameya Murşid Elî Xaminî ya “dewamkirina zextê li ser hêzên Amerîka li Iraqê heta ku ji herêmê derdikevin”, ji wan re ragihandiye.

Duh mîlîsên Îranê “baregeheke Amerîka” ya li bakur rojhilatê Sûriyê hedef girtibû, ku di çend rojan de ev cara 6`emîn e êriş li dijî hêzên Ameîrkî pêk tên.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh ragihandibû ku mîlîsên “Pasdarên Îranê” di saetên borî de miqdareke çek û cebilxane ji herêma El-Muzari ya derdorê Meyadîn veguhestine nav malên sivîlan. SOHR`ê destnîşan kiribû ku sivîl ji bikaranîna wan wekî mertalên zindî ji aliyê mîlîsên Îranê ve, bi fikar in.”

KIWÊT AMADE YE KU SERWERIYA TIRK LI WELATÊ XWE BÊYÎ QEYD, PÊŞWAZÎ BIKE

Rojnameya El-Ereb jî îro behsa têkiliyên Kiwêtê û dewleta Tirk kir û wiha nivîsî: “Mîrê Kiwêtê Şêx Meşal El-Ehmed El-Cabir El-Sebah daxuyaniyeke balkêş da. El-Sebah di daxuyaniyê de serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wekî mêrê leheneg yê xwedî helwest, gotin û kirin bi nav kir. Derdorên Kiwêtî daxuyaniyên El-Sebah wekî amadebûna pêşwazîkirina serweriya Erdogan li welêt bêyî qeyd, hesibandin.

Şêx Meşal El-Ehmed dema ku serokê parlamantoya Tirkiyê Mistefa Şentop pêşwazî kir û behsa xurtbûna têkiliyên di navbera Kiwêt û dewleta Tirk de û hevkariya siyasî, aborî, bazirganî û ewlehiyê kir.

Derdorên Kiwêtî dibînin ku daxuyaniyên mîrê Kiwêtê li ser kesayeta Erdogan û pêşketina têkiliyên bi Enqerayê re, serweriya Tirkiyê li Kiwêt nîşan didin, bi taybetî di aliyê aborî de ku şîrketên Tirkiyê dest danîne ser piraniya projeyên mezin li welêt.”

LI LUBNANÊ; NÎŞANENEYÊN NEYÎNÎ

Têkildarî kar û barên Lubnanê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Dihat pêşbînîkirin ku serokê hikumeta Lubnanê yê hatî erkdarkirin Seed El-Herîrî duh serdana koşka Bebeda bike û serok Mîşal Ewn ji koma xwe ya hikumetê agahdar bike. Lê piştî wê yekê li Lubnanê nîşaneyên neyînî berz bûn. Hin çavkaniyan eşkere kir ku serdan hatiye betalkirin û eşkerekirina koma hikumeta nû hatiye taloqkirin.

Yek ji wan nîşaneyan jî, tiwîtta serok Ewn e ku gotibû: “Kî dixwaze serokê komarê derbarî mafê wî di avakirina hikumetê de rexne bike, bila peregrafa 4`an a madeya /53/ a destûrê baş bixwîne.”

Çavkaniyan diyar kir ku ev nîşaneyên neyînî di mijara avakirina hikumetê de ne yên yekê ne, ji ber ku heman zihniyet hîna li ser helwesta Beibeda ya ji avakirina hikumetê serwer e. Çavkaniyan got ku piştî helwesta Ewn, serdana El-Herîrî bo koşka serokatiyê hatiye belatkirin.”

(cx)