​​​​​​​Îbrahîm El-Selac: Rûsya di vekirina diyaloga niştîmanî de ne cidî ye

Îbrahîm El-Selac got: "Rûsya têkildarî diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ne cidî ye û daxuyaniyên wê tenê lîstokekên siyasî ne."

​​​​​​​Îbrahîm El-Selac: Rûsya di vekirina diyaloga niştîmanî de ne cidî ye
14 tîrmeh, 2021   01:48
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Wezîr Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemenî de ku roja Îna borî li Mosckow hate lidarxistin, bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir dest bi diyalogê bi hikumeta Şamê re bike. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêfxweşiya bi diyalogê re ragihand û di daxuyaniyekê de got ku ew ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi diyaloga sûrî re ye.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk û Endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Îbrahîm El-Selac diyar kir ku Rûsya di vekirina deriyê diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Sûriyê de ne cidî ye û kirinên wê li ser rûyê erdê vê yekê îsbat dike.

 ‘DAXUYANIYÊN WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ RÛSYAYÊ LÎSTOKEKE SIYASÎ YE‘

Îbrahîm El-Selac got, daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov lîstokeke siyasî ye beriya ku li Astanayê bi Tirkiyê re bicive û helwesta rûsî li hember gelê Sûriyê diyar e û wiha domand: "Rûsya bi daxuyaniyên bi vî awayî dixwaze kiryarên xwe û yên hikumeta Sûriyê li hember gelê Sûriyê rewa bike û Rûsya di vekirina diyaloga niştîmanî Sûrî de ne cidî ye."

El-Selac anî ziman ku ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve ew diyaloga sûrî – sûrî dixwazin, amadekarina xwe ji diyaloga bi hikumeta Sûriyê re ragihand, lê hikumetê heta niha tu amadekarî ji bo diyaloga cidî ku aloziya Sûriyê bidawî bike diyar nekiriye.

Îbrahîm El-Selac bi bomdarî got: "Hikumeta Sûriyê heta niha guhertinên ku li Sûriyê çêbûne û berdêlên ku QSD`ê di şerê li dijî terorê dane, parastina yekitiya Sûriyê bi gel û xaka wê bike û avakirina civakeke demokratîk û hevgirtî ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, di ber çavan re derbas nekiriye."

 ‘HELWESTA RÛSYAYÊ LI HEMBER RÊVEBERIA XWESER NEYÎNÎ YE'

Îbrahîm El-Selac wiha domand: "Rûsya bi hemû hêza xwe xwe bi hikumeta Sûriyê ve girê dide. Helwesta wê li hember Rêveberiya Xweser neyînî ye. Ev jî cihê xemgînî û mixabîniyê ye. Girtina dergeha Til Koçer  ê bi Rêveberiya Xweser re û vekirina dergeha Bab El-Hewa yê bi terorîstan re, îşaretek neyînî ya Rûsyayê ye."

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk û endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Îbrahîm El-Selac wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em weke Partiya Nûjen û Demokratîk bi diyaloga sûrî – sûrî re ne bi şertê ku ev diyalog niştîmanî be û xizmeta doza gelê Sûriyê bike û hikumeta Sûriyê ji diyalogê re amade be. Di heman demê de divê hikumeta Sûriyê itîrafê bi aliyê li hember xwe bike û ev jî wê bibe destpêka bidawîkirina aloziya Sûriyê."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5puB6XktIVM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>