​​​​​​​Dewleta Tirk rojane êrişên xwe li dijî navçeya Zirganê zêde dike

Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêma Serêkaniyê dagir kirine ve, rojane êrişî navçeya Zirganê dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk rojane êrişên xwe li dijî navçeya Zirganê zêde dike
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane êrişên xwe li dijî navçeya Zirganê zêde dike
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane êrişên xwe li dijî navçeya Zirganê zêde dike
​​​​​​​Dewleta Tirk rojane êrişên xwe li dijî navçeya Zirganê zêde dike
14 tîrmeh, 2021   03:05
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Di encama êrişên dewleta Tirk li dijî navçeya Zirganê de ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve, 150 hezar kes hatin koçberkirin û 28 gundên navçeyê hatin dagirkirin.

Di navbera gundên Zirgan û nuqteyên ku çeteyên dewleta Tirk lê dimînin de, tenê 2 kîlo meter in. Çeteyên dewleta Tirk rojane bi çekên giran û roketan gundên sivîlan topbaran dikin.

Ji destpêka meha Tîrmehê ve, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî gundên Zirganê yên li eniya şer zêde kirin. Dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Dawûdiyê ya dagirkirî, gundên Dede Ebdal, Xedrawî, Ûm Hermala û El-Niwêhat kir armanc. Di encamê de zirareke mezin gihand xaniyên sivîlan û sivîlek birîndar bû.

Welatiyê navçeya Zirgan Memdûh Sêfo got: "Dijmin pir nêzî gundê me ye û rojane êriş bi ser me de tînin". Mehmûd Sêfo piştrast kir ku ew dev ji axa xwe bernadin û wiha dewam kir: "Em ji êrişên wan natirsin, em li welatê xwe dijîn û em ê li gund û malên xwe bimînin."

Sêfo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a hedefgirtina herêmê, ku herêmên din dagir bike û gelê wê koçber bike, da ku herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike û demografiya wê biguhere wekî çawa ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Sêfo wiha dom kir: "Em wekî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji planên dewleta Tirk a dagirker û tiştê ku dixwaze li herêmê pêk bîne, haydar in". Sêfo bang li pêkhateyên herêmê kir ku divê hemû Kurd, Ereb û Suryan li hember êrişên Tirkan dev ji axa xwe bernedin, ji ber ku dewleta Tirk cudahî naxe navbera ol û pêkhateyan.

Sêfo destnîşan kir ku tevî êrişên rojane li dijî herêmê, tevahî xizmetguzarî bi derfetên heyî yên wekî gaz, nan û sotemeniyê li herêmê hene.

Her wiha welatiyê bi navê Cemîl Mihemed piştrast kir ku bi navê "Artêşa Nîştimanî" a girêdayî dewleta Tirk, rojane êrişî gundên Zirganê dikin, xaniyên gund wêran dikin û sewalan dikujin.

Tikldarî heman mijarê, welatiyê bi navê Ebduletîf Silêman anî ziman ku armanca êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, herêmê di rewşeke bê istiqrar de bihêlin.

Silêman destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk li gorî planên Tirkiyê dixebitin û armanceke wan a diyar nîne, berevajî vê yekê armanca wan a sereke talankirin, dizî û wêrankirina malên sivîlan e û wiha dom kir: "Ew nikarin îradeya gelên herêmê bişikînin, em xwedî maf in, lê ew êrişî me û axa me dikin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KTQMI60z5Oc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>