​​​​​​​Malbatên şehîdan: Em ê bi rihê berxwedana 14`ê Tîrmehê têkoşîna xwe bidomînin

Malbatên şehîdan ên Helebê gotin berxwedana 14`ê Tîrmehê bû berxwedaneke dîrokî li hemberî zulm û zordestiyê.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Em ê bi rihê berxwedana 14`ê Tîrmehê têkoşîna xwe bidomînin
12 tîrmeh, 2021   23:38
HELEB-ARIF SILÊMAN

Bi nêzikbûna salvegera 39`an a berxwedana 14`ê Tîrmehê ya sala 1982`yan a di girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê de, malbatên şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê berxwedana pêşengên berxwedanê bi bîr anîn û piştrast kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûiyê wê bi ruhê berxwedana 14`ê Tîrmehê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Fîdan Hisên dayîka şehîd Hemûdê got: “Berxwedana şehîdên pêşeng a li dijî dewleta Tirk a faşîst a di 14`ê Tîrmeha 1982`yan de ji bo hemû gelên bindest bû berxwedana serkeftin û azadiyê.”

Fîdan destnîşan kir ku şehîdên vê berxwedanê; Mihemed Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Elî Çîçek ruxmî ku di girtîgeha Amedê de bi rêbazên herî hovane îşkence dîtin, lê serî ji dewleta Tirk re netewandin û gihaştin armancên xwe.

Fîdan wiha domand: “Îro li zindanên Tirkiyê, girtiyên siyasî bi ruhê berxwedana 14`ê Tîmehê, berxwedana xwe dewam dikin."

`BI RIHÊ 14`Ê TÎRMEHÊ EM LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDIN`

Dayîka şehîd Xebat Qedriye Heyder jî got: “Gelên herêmê bi taybet gelê Kurd bi ruhê şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê; Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmûş, Elî Çîçek û Akif Yilmaz îro li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin da ku herêmên xwe biparêzin.”

Her wiha Qedriye Erdogan bi van gotinan wesifand: “Erdogan kesekî faşîst û xwînmijê gelê Kurd e, hewl dide Kurdan qir bike. Lê em ê li hemberî siyasetên qirkirin û kuştinê li ber xwe bidin. Ji ber îro em bi giyana berxwedana 14`ê Tîrmehê dijîn.”

Bavê şehîd Hogir Çiya, Semîr Mihemed jî axivî û berxwedêrên pêşeng mîna Mihemed Xeyrî Durmûş, Akif Yilmaz, Kemal Pîr, Elî Çîçek û hemû şehîdên azadiyê û şoreşê bi bîr anîn.

Mihemed salvegera 39`an a berxwedana 14`ê Tîrmehê li gelê Kurd, hemû gelan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Dewleta Tirk çi dike bila bike, em ê li ber xwe bidin û serî jê re natewînin. Ji ber ku em ji bo azadî û nasnameya xwe tê dikoşin. Kesek nikare li pêşiya berxwedana me bisekine.”

Di dawiyê de bavê şehîd Hogir Çiya soza şopandina rêya şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê da.

(şx)

ANHA