Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî

Mihemed Ehmed Elî hemû jiyana xwe fedayî têkoşîn û doza gelê xwe kir. Bi wefedariya xwe dihat naskirin. Ji ber kiriyarên dewleta Tirk reviya, lê li Rojava jî ji zor û îşkenceya hêzên hikumeta Şamê, nefilitî. Lê bê westandin têkoşîna xwe berdewam kir.

Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî
Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî
Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî
Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî
Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî
Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî
Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî
Welatparêzê dilsozê doz û gelê xwe; Mihemed Ehmed Elî
13 tîrmeh, 2021   02:01
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Têkoşer Mihemed Ehmed Elî li bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê di sala 1925`an de jidayik bûye. Ji ber kiryarên dewleta Tirk li dijî Kurdan û zext û zordariya li dijî Mihemed Ehmed Elî, berê xwe da herêmên Rojava. Mihemed Ehmed Elî li herêmê Dêrikê di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, xebata siyasî û civakî da meşandin.

Mihemed Ehmed Elî li Şirnexê zewicî û 2 keçên wî hene. Dema Ehmed Elî derbasî Rojava bû, zewicî û tenê keçikek xwe ya bi navê Şîlan çêbû.

Mihemed Ehmed berê xwe da bajarê Şam û Beyrûtê da ku rêber Abdullah Ocalan û şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîne. Mihemed Ehmed Elî ji kesên destpêkê ku têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê derbasî çiyayên Kurdistanê kir û jiyana xwe li ser sînorê di navbera Rojava, Bakur û Bşûrê Kurdistanê de, borand.

Ji salên 80`yî ve û piştî dîtina rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Ehmed Elî bi firk û felsefeya  Ocalan ve pir bandor bû.

Tevî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê ve dihat şopandin û gelek caran hate girtin û rastî îşkenceyê hat, Mihemed Ehmed Elî têkoşîna xwe li herêmê domand.

Mihemed Ehmed bi welatparêzî û têkoşîna xwe ji bo xizmeta doza kurdî dihat naskirin. Mihemed Ehmed Elî cihekî wî yê taybet di nava pêkhateyên herêmê de, hebû. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an di nava komîteya lihevanînê ya herêmê Dêrikê cihê xwe girt.

Mihemed Ehmed Elî (Şirnexî), hemû jiyana xwe fedayî xizmeta Tevgera Rizgariya Kurdistanê û doza gelê Kurd kir. Di hevdîtineke Mihemed Ehmed Elî bi rêber Abdullah Ocalan re, rêber Ocalan jêre dibêje:"Bajarê Dêrikê stratejîk e û kilîta Botan û Behdînanê ye."

Piştî ku Mihemed Ehmed Elî nexweş dikeve û êdî nikare li ser lingê xwe bimeşe, bi dehan  kîlometreyan li ser kursiya xwe ya astengdariyê tevlî merasîma şehîdan dibû û bi kursiya xwe ya astengdariyê berê xwe dida goristana Şehîd Xebat.

Kesayeta welatparêz Mihemd Ehmed Elî (97) û piştî demeke dirêj a nexweşiyê, roja 9`ê Tîrmehê di yek ji nexweşxaneyên bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Ehmed Elî beriya ku wefat bike, daxwaz kiribû ku wî li goristana bi navê"Quba Elî Şêr" ya nêzî goristana şehîdan veşêre. Ji bo wefedariya ji têkoşîna wî ya di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Ehmed Elî wekî şehîd ragihand û cenazeyê wî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê oxir kir.

Piştî ku Mihemed Ehmed Elî şehîd bû, Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telet Yûnis li ser rûpela xwe ya Facebookê têkildarî têkoşîna Ehmed Elî, got: "Tuyê bimînî nimûneya her welatparêzekî ku dilsozê doz û gelê xwe bin. Mihemed Elî bavê Ehemed temenê xwe di nava têkoşîna şoreşgerî de ji bo doza xwe feda kir." 

Telet Yûnis wiha domand: "Bi çûna te em yek ji kesayetên welatparêz ku mîrasekî wan a mezin di têkoşînê de heye, winda dikin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9cXbDT8LwYs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>