​​​​​​​Hiqûqnas: Meclisa Ewlehiyê bendên Cinêvê binpê kir

Hiqûqnas Ismet Îbrahîm piştrast kir ku biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî,  peymanên navneteweyî nexasim bendên peymana Cinêvê ya girêdayî gihaştina alîkariyan ji her kesê ku ji ber şer zerar dîtine, binpê kir.

​​​​​​​Hiqûqnas: Meclisa Ewlehiyê bendên Cinêvê binpê kir
13 tîrmeh, 2021   00:46
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Hiqûqnasê Kurd Ismet Îbrahîm biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku alîkarî bi rêya dergeha Bab El-Hewa ya ku di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye (Cebhet El-Nusra ya berê) û domandina girtina dergehê Til Koçerê, nirxand.

Hiqûqnas Ismet Îbrahîm got: "Di aliyê qanûnî de, girtina dergeha Til Koçer nayê qebûlkirin. Ji ber gelek peymanên navneteweyî di vê der barê de hene, ji wan a Cinêvê ku bendên wê di vî mijarê de eşkere ne."

Îbrahîm destnîşan kir ku peymana Cinêvê diyar dike ku li çi herêma ku şer lê heye, divê alîkariyên mirovî bighêjin wê deverê, her wiha divê dergeh werin peydakirin da ku alîkarî derbas bin, divê her kesê ji zerar ji şer dîtiye pêdiviyên tenduristî û alîkariyên navneteweyî bigrire û wiha dewam kir:"Lê tişta ku tê kirin berovajî vê yekê ye, piştî biryara Meclisa Ewlehiyê peymana Cinêvê hate binpêkirin û bi veto Rûsya dergeha Bab El-Hewa vekirî ma û ya Til Koçerê girtî ma."

Îbrahîm wiha domand: "Vekirina dergehê Bab El-Hewa bi awayekî yekser ji bo xizmeta çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê). Lê yên ku şerê çeteyên DAIŞ`ê kir û rêxistina ku xeterî li ser tevahî cîhanê çêdikir bidawî kir QSD`ê bû, lê QSD`ê ji alîkariyên mirovî bêpar ma. Ev yek jî durutiya navneteweyî ku li gorî berjewendiyên xwe bi çarenûsa gelê herêmê dilîze, eşkere dike."

Ismet Îbrahîm wiha domand: "Piştî 10 salan ji şoreşa Sûriyê, hemû aliyan dixwest ku biryara 2254`an pêk were, lê piştî hilbijartinên dawîn ên rejîma Sûrî û civîna Meclisa Ewlehiyê ya dawîn a girêdayî dergehan, alozî vegeriya xala destpêkê. Tu tişta qanûnî girêdayî aloziya Sûriyê nema ye û hin dewlet bi biryarên navneteweyî dilîzin."

Hiqûqnas Ismet Îbrahîm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiyê bûne lîstok di destê dewletên ku tenê girîngiyê didin berjewendiyên xwe û qanûnên ku derdikevin xizmeta van dewletan dike. Girtina dergehê Til Koçer isbat kir ku berjewendiyên kesayetî di ser qanûna navneteweyî re ye. Hemû biryarên ku derdikevin li ser hesabê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewletên ku di Meclisa Ewlehiyê de kom bûne dixwazin ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin."

(bx)

ANHA