Li Hesekê çalakiyên meha çandê

Bi diruşma"Dem dema azadiyê ye" û di çarçoveya hemeleya piştgiriya çand û hunerê de, Tevgera Mezopotamyayê şahiyeke hunerî li Hesekê li dar xist.

Li Hesekê çalakiyên meha çandê
Li Hesekê çalakiyên meha çandê
Li Hesekê çalakiyên meha çandê
Li Hesekê çalakiyên meha çandê
Li Hesekê çalakiyên meha çandê
Li Hesekê çalakiyên meha çandê
Li Hesekê çalakiyên meha çandê
Li Hesekê çalakiyên meha çandê
Li Hesekê çalakiyên meha çandê
12 tîrmeh, 2021   20:38
HESEKÊ

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi diruşma "Dem dema azadiyê ye" û di çarçoveya hemeleya piştgiriya meha çandê ya piştevaniya çand û hunerê de çalakiyek li dar xistin.

Şahî bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî li parka Xabûr a Hesekê li dar ket û tê de komên ji Kobanê, Qamişlo û Dêrikê hunerên xwe pêkêş kirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Nesrîn Botan axivî û wiha got: "Armanc ji vê hemeleyê piştgiriya çand û hunera li herêmê ye, em Tevgra Çand û Hunerê dê piştgiriya çanda xwe bikin û dê ji dijmin re îsbat bikin ku çanda me dewlemend e û dê bi vê hemleyê piştevaniya hêzên xwe bikin û li rex wan bisekinin."

Nesrîn Botan wiha domand: "Em bi hemleya xwe piştgiriya xwe ji hêzên gerîla û pêşmergeyan re nîşan didin û bang dikin şerê navxweyî qedexe bikin."

Piştî axaftinê, koma Botan a Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê, koma Cûdî ya ji Dêrikê stranên xwe pêşkêş kirin û şahî bi gerandina dîlan ji hêla komên beşdar ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA