Gaziyên şer: Xwedîderketina li nirxên şoreşê erka me ya yekemîn e

Nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaziyên şer Mizgîn Idrîs û Bahoz Dêrîk wiha dibêjin: “Ji bo armancên mezin berdêlên mezin pêwîst in. Di oxira şoreşê de me parçeyên canê xwe da, em bi vê serbilind in. Xwedîderketina navê gazîbûn û şoreşê erke me ya sereke ye.”

Gaziyên şer: Xwedîderketina li nirxên şoreşê erka me ya yekemîn e
13 tîrmeh, 2021   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Şoreşa 19`ê Tîrmehê dikeve salvegera xwe ya 9`emîn. Destkeftiyên di 9 salan de hatine bidestxistin, ne bi hêsanî bû. Kolan, gund, navçe û bajarên herêmê bi xwîna şehîdan û fedekariyên şervanan û şervanên gazî ku parçeyên laşê xwe di oxira şoreşê de dan, hatin rizgarkirin.

Rêber Abdullah Ocalan der barê şehîdan de dibêje, “Şehîd rêberên me yên  manewî ne.” Her wiha der barê şervanên gazî yên tevgera azadiyê de jî van nirxandinan dike: “Têgeha gazîbûnê ya ku qasî şehîdbûnê xwedî wate ye. Heta bi qasî berxwedêrên me yên mezin ên bi nirx di zîndanan de, weke berxwedêrên me yên qehreman ên di çeperên şer de, di nava hemû jiyan û têkoşînê de partîzaniya resen çi ye, hêza serkeftina vê hûn ê diyar bikin. Li ser şopa şehîdên mezin û pêşeng jiyan kirin layiqî we ye.”

NIRXÊN ŞOREŞÊ YÊN ZINDÎ: ŞERVANÊN GAZÎ

Xwediyê van deskeftiyan di serî de şehîdên nemir û pakrawanên zindî ne. Gelê herêmê jî di wê zanebûn û hestiyariyê de ye ku di her salvegera şoreşê û rojên taybet de destpêkê serdana pakrewangehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziya gaziyên şoreşê dikin. Bi nêzbûna salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê re, me nêrîn û hestên şervanên gazî Mizgîn Idrîs û Bahoz Dêrîk girtin.

Şervana YPJ`ê ya rûken û fedakar pakrawana zindî Mizgîn Idrîs ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye. Mizgîn sala 2013`an tev li nav refên şoreşê dibe û di gelek hamleyên rizgarkirinê de cih digire. Ew gelek caran birîndar dibe û herî dawî bi felcbûna her du lingan dibe gaziya welatê xwe. Mizgîn asta gazîbûnê wekî serbilindiyeke mezin dibînê û yek ji armanca wê yên sereke xwedîderketina li vê astê ye.

`NE JI ŞOREŞÊ BÛYA, ME RASTIYA XWE NAS NEDIKIR`

Mizgîn der barê beşdarbûna xwe di nav rafên şoreşê de wekî jinûve jidayîkbûnê pênase dike û wiha dibejê: “Dema ez tevlê bûm wekî ku min baskên xwe ji azadiyê re vekir. Dema mirov tev li tevgerê dibe, fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike, hevaltiyê dibîne hn zêdetir jiyan jê re xweş dibe. Hestekî cuda ye, wê demê mirov cewherê xwe nas dike. Meşa ber bi azadiyê ve, ji bo welat, gel û zarokên gelê xwe şerkirin, xwedî wateyekî gelek cuda ye. Ev di aliyê manewiyat û moral de hêzêke mezin dide mirovan. Ez difikirim ku ger ev gavên şoreşê nehatibana avêtin, em ê dûrî rastiya xwe bana. Emê di bin desthiladariya hişmendiya baviksalarî de bana.”

Mizgîn di hamleyên rizgarkirina Mebrûka, Çiyayê Kezwana, Silûk, Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn û Minbicê de cih girtiye û di hamleya Minbicê de gazî bûye.

`ME CANÊ XWE JI BO DAYÎKA XWE DA YE`

Mizgîn, birîndarbûyîn û gazîbûna di oxira axa welat de wekî cihê serbilindî ye bi nav dike û van hestên xwe tîne ziman: “Taybet wekî gaziyeke jin ev serbilindayî duqat dibe. Ev gavek ber bi azadiyê ve ye. Şoreşa Rojava ji bo hemû gelê bindest bû çavkanî. Di serî de ji bo gelê Kurd û hemû gelê bindest şoreşê bingehek gelek mezin ava kir. Heya ku gelê me gihaşt vê astê berdelên gelek giranbuha hatin dayîn. Gazîbûyîn yan jî birîndarbûyîn ne wekî yên dewletan e. Yê me fedayîbûyîn e. Me canê xwe ji bo gelê xwe û axa xwe daye. Axa me jî di serî de dayîka me ye. Ger mirovek ji bo dayîka xwe canê xwe feda bike wê her bikene.”

`XWEDÎ LI ŞOREŞÊ Û NAVÊ GAZÎBÛNÊ DERKETIN ERKA ME YA YEKEMÎN E`

Mizgîn di dewama axaftina xwe de dibêje, “Dema ku em fedabûna Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr tînin bîra xwe, em hîn zêdetir hêz digrin. Xwedî li şoreşê, navê gazîbûnê derketin erka me ya yekemî ne û gava yekemîn ya ber bi azadiyê ve ye. Ji ber wê em gazîbûnê ji xwe re nakin asteng. Berovajî wê em wê dikin hêz ku hîn zêdetir li ser dijminê xwe de herin. Her wiha moral û manewiyatê xwe bilind bikin ku wê bilinbûyînê bidin gelê xwe.  Em ê moralê xwe hîn zêdetir bilind bikin û em ê dijmin têk bibin.”

Mizgîn dibejê ji bo armancên mezin berdelên mezin tên dayîn û van tiştan lê zêde dike: “Hêvî û baweriya me heye ku ev şoreş wê bi ser bikeve. Dijminê hov taybet êrişên xwe li ser jinê pêk tîne. Bi rêya şerê taybet dixwazê jinê ji rastiya wê dûr bixe. Lê çiqas êriş bikin wê ewqas berxwedanî û têkoşîna me xurtir bibe.”

Mizgîn bale dikişîne ser hevkariya êrişên li Başûrê Kurdistanê û dibejê ew hevkarî dihelê ku hin zêdetir êriş Ii ser Kurdan bên kirin. Mizgîn banga yekitiyê û bidawîkirina hevkariya êrişan kirû wiha got: “Em dixwazin yekitiyek ava bibe. Hevkariya bi dijmin li me nabe azadî. Bi yekitiyê emê karibin xwedî li xwîna hevalên xwe yê şehîd derbikevin.”

`HIJMAR KÊM BÛ LÊ HÊZ ZÊDE BÛ`

Şervanê YPG`ê pakrewanê zindî Bahoz Dêrîk jî di sala 2012`an bi vêxistina çirûska şoreşê re tev li nav refên şoreşê dibe û li ser doza birayê xwe ku 2012`an de şehîd dibe, dimeşe. Bahoz Dêrîk der barê pêvajoya destpêkkirina şoreşê wiha got: “Destpêka şoreşê li aliyê bajarê Dêrîkê me parastina sînorê xwe dikir. Kî êrişî me dikir me nizanîbû lê aleke reş hildidan û `allah û ekber` bang dikirin. Wê demê me dît ku Cebhet El-Nusra ne. Me ji bo parastina gelê xwe sînorê Rebîa heya Sêmalka asê kir. Hijmara me gelek kêm bû lê xêtên me rizgar dikirin dirêj û fireh bûn. Heya Til Koçer û Cezaa em pêş de çûn. Her êriş dikirin em xurtir dibûn ev jî tiştekî gelekî balkêş e. Me îrade û hêza xwe ji gel werdigirt. Gelek caran çeteyan belavok belav dikirin û tê de dinivîsandin `ev hêz tine bû ye`. Lê her em pêş de diçûn.”

`ÊDÎ DIVÊ STATÛYA ME BÊ QEBÛLKIRIN`

Bahoz Dêrîk sala 2014`an di şerê di navbera Rabîa û Til Koçer de gazî dibe û çavekî xwe feda dike. Ji bo gazîbûna xwe wiha dibejê: “Dema ez birîndar bûm heya 20 rojan nizanîbûm ku gazî bûme. Encama birîndariyê milê min yê rastê jî felc bû. Lê min li ber xwe da û ez ê hîna jî li ber xwe bidim. Ez ji bo gel û axa xwe gazî bûm. Ez karê xwe wekî mirovelî saxlem dikim, kêmbûna perçeyek ji laşê min ji min re nabe asteng. Hêza min xurtir bûye. Di berxwedana 8 salan de me gelek şehîd, gazî û birîndar dan. Êdî divê statûya me bê qebûlkirin. Erdên me bi berdêlên giranbuha hatin rizgarkirin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tD01HHIkMs0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>