​​​​​​​Dewleta Tirk  herêma Biradostê bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Bolêyan yê herêma Biradostê bombebaran kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk  herêma Biradostê bombebaran kir
12 tîrmeh, 2021   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, di saetên êvarê de balafirên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Bolêyan yê li bajaroka Sîdekan a ser bi navçeya Soran a girêdayî Hewlêrê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyan ji ber bombebaranê agir bi eraziyê deverê ketiye.

Têkildarî ziyanên canî jî ti agahiyek nehat bi destxistin.