​​​​​​​ՙDewleta Tirk dixwaze Kurdan ji berpirsiyariyên wan ên dîrokî dûr bixe՚

Endama Meclisa Qanûnsaz a herêma Efrînê Mûşîra Mele Reşîd got dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze Kurdan ji berpirsiyariyên wan ên dîrokî dûr bixe.

​​​​​​​ՙDewleta Tirk dixwaze Kurdan ji berpirsiyariyên wan ên dîrokî dûr bixe՚
11 tîrmeh, 2021   00:47
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Mûşîra Mele Reşîd destnîşan kir ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bûye qadeke şer.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve bi armanca qirkirina gelê Kurd û dagirkirina herêmê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike.

Mûşîra bal kişand ser şerê taybet ê ku dewleta Tirk ji bo mayîndekirina desthilata xwe dimeşîne û got: “Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di piraniya şeran de têk çû, vê çarê planeke altirnatîf pêk tîne. Di çarçoveya wê plane de dixwaze şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxe. Piştî ku gerîla bi pêşengiya jinan piştî berxwedaneke efsanewî li Heftanînê bi ser ket, dewleta Tirk bi hevkariya hêzên PDK`ê êrişî Zap, Avaşîn û Metînayê kir da ku fitneyeke din derxe, şer gur bike û planên xwe pêk bîne. “

`HEVKARIYA PDK`Ê BI DAGIRKERIYA TIRK RE`

Mûşîra di dewama nirxandina xwe de wiha got: “Diyar e ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Êdî ji her kesî re eşkere bûye ku ew li gorî heman ferasetê kar dikin, li herêmê şer derdixin û civakê parçe dikin da ku gelê Kurd ji berpirsyariyên wê yên dîrokî û doza kurdî di vê pêvajoya hesas de dûr bixin. Her wiha bi rêya şerên hundirîn hewl dide projeya demokratîk a li Rojava têk bibe. Hikumeta PDK`ê ji berjewendiyên nîştimanî dûr e û tenê berjewendiyên xwe yên partiyetî pêk tîne.”

`DEWLETA MEZIN A TIRKIYÊ LI SER BINGEHA OSMANIYAN`

Mûşîra wiha domand: “Dewleta Tirk bi rêya tunekirina gelê Kurd li her derê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî armanc dike ku dewleteke mezin ava bike. Li kêleka wê jî dixwaze gerîla tune bike ku jêdera felsefeya demokratîk e ya ku banga aştî û mirovahiyê li herêmê dike û gelê Kurd ji êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê diparêze.”

Mûşîre daxuyand ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo parastina doza kurdî heta niha ti helwest nîşan nedaye û wiha lê zêde kir: “Hikumeta Başûr artêşa Pêşmergeyên Rojava ava kir, ji hundirê bajarê dagirkirî û li kêleka dagirkeran daxuyaniyan dide û dibêje Efrîn ji terorê rizgar bûye. Gelo çawa herêmek ji şêniyên wê yên resen tê rizgarkirin?"

Mûşîra bang li alî û hêzên kurdî bi taybet hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi pey siyasetên dewleta Tirk nekeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em doza gelê xwe esas bigirin. Divê me ji bo yekkirina refa kurdî ji her demê zêdetir kar bikin, da ku em di qadên navneteweyî de hebin û mafên me di destûr û qanûnên navneteweyî bên parastin.”

(şx)

ANHA