​​​​​​​Li Serêkaniyê di navbera çeteyên Hemzat de şerê dijwar

Çavkaniyên ji hundirê herêmê daxuyand ku di navbera çeteyên Hemzat li navenda bajarê Serêkaniyê de şerê dijwar rû dide.

​​​​​​​Li Serêkaniyê di navbera çeteyên Hemzat de şerê dijwar
10 tîrmeh, 2021   19:55
HESEKÊ

Çavkaniyan diyar kir ku li taxa stasyonê ya bakur a Serêkaniyê li rex deriyê sînor di navbera du komên çete yên Hemzat de şerê dijwar rû dide.

Heman çavkanî da zanîn ku çete di şer de çekên giran û mûşekên RBC bi kar tînin, li gel wê şêniyên navçeyê di metirsiyê de ne, lê heta niha tu agahî li ser ziyanên canî bi dest neketin.

ANHA