ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-07-2021'AN
10 tîrmeh, 2021   23:00

-Şêniyên herêma Dêrik û navçeyên wê sersaxiya malbatên her du şehîdên bi navên Rêzan Hesen û Mihemed Ehmed li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan dikin, saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînekê ji şêniyên navçeya Girkê Legê re li dar dixe, tê de rewşên siyasî û aborî şîrove dike, saet 18:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şênyên Kobanê cenazeyê endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hisên Kêko li Goristana Şehîd Dicle oxir dike, saet, 18:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berpirsê Têkiliyên Giştî Yê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çûlî diyar kir ku tecrîda ku dewleta Tirk li rêber Abdullah Ocalan ferz dike, beşek ji şerekî stratejîk e ku tunekirina Kurdan, esas digire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî bêdengiya navneteweyî der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên li gundewarên rojavayî Girê Spî, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Meclisa Qanûnsaz a herêma Efrînê Mûşîra Mele Reşîd got dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze Kurdan ji berpirsiyariyên wan ên dîrokî dûr bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên Tebqayê gotin ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk gelek hewldan tên kirin, di nav de derxistina fitne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Til Koçerê destnîşan kir ku dergeha Til Koçer ji bo derbaskirina pêdiviyên gel, dergeheke sereke ye, ji lew re girtina wê wekî şaştiyeke mezin û zilma li dijî gel e, li ser vê yekê divê siyaset ji rewşa mirovî were veqetandin û dergeh jî werin vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Washington û hêzên rojavayî li hemberî serhişkiya Rûsyayê tawîz da ku dev ji derbaskirina alîkariyên mirovî yên bi rêya dergeha Til Koçerê berda. Di encamê de bi milyonan sûrî ji wan alîkariyan bê par man. Li aliyekî din dewleta Tirk amadekariyan dike ku çeteyên Sûriyê bişîne Efgansitanê. Li Lîbyayê çareseriya siyasî rastî gelek astengiyan tê di sêrî de Ixwan.   

POLÎTÎKA

- Bedran Çiya Kurd têkildarî encamnameya Astanayê got ne gengaze ji siyaseta dagirkeran çareserî bê afiranin. Çiya Kurd hevdîtinên ji bo naskirina statûya herêmê erênî nirxand û diyar kir ku ji bo mayîndekirina binkeftina DAIŞ`ê piştgirîdayîn tenê ne bes e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

Fethî Mehmûd da zanîn ku gef û metirsiyên li dijî Kurd û Ereban yek in û sekinandina li hemberî van gefan tenê bi hevkariya Kurd û Ereban pêkan e û got “Ev yek jî bi rêya diyaloga her du aliyan de pêkan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên meha çand û hunerê di roja sêyemîn de bi pêşkêşkirina fîmleke sînemayê li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo berdewam in. saet 19:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Bi armanca peydakirina nan û dabînkirina hewcedariyên welatiyan Meclisa Bajarokê Sêgir bi hevkariya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê hewl dide li bajarokê firinekê vekin. Heta niha ji sedî 80 ji firinê  hatiye avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA