Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê mayînek bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayîneke ku li gundê Um Xerzê yê Minbicê hatibû bicihkirin, bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê mayînek bê bandor kir
11 tîrmeh, 2021   13:31
MINBIC

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan li gundê Um Xerzê  mayînek bê bandor kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Agahî ketin destê hêzên me ku tiştekî bê guman li gundê Um Xerzê hatiye bicihkirin, li ser vê yekê hêzên me bi koordîneya Tîma Endazyariya Mayînan berê xwe da cihê navborî."

Her wiha hate diyaririn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina welatiyan cih dorpêç kir  û dest bi lêkolînkirina cismê bi guman kir û  got: "Di encama lêkolînê de diyar bû ku mayînek ji bermahiyên rêxistinên terorîst e  ku hewl didin ewlehiya herêmê me têk bibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, bêyî tu zirar çêbibin mayîn bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan kir ku heke we tu tiştên bi guman dîtin hêzên wan agahdar bikin.

(fr)

ANHA