​​​​​​​Şêniyên Til Koçer: Divê siyaset ji rewşa mirovî were qutkırın û dergeh vebin

Şêniyên navçeya Til Koçerê destnîşan kir ku dergeha Til Koçer ji bo derbaskirina pêdiviyên gel, dergeheke sereke ye, ji lew re girtina wê wekî şaştiyeke mezin û zilma li dijî gel e, li ser vê yekê divê siyaset ji rewşa mirovî were veqetandin û dergeh jî werin vekirin.

​​​​​​​Şêniyên Til Koçer: Divê siyaset ji rewşa mirovî were qutkırın û dergeh vebin
11 tîrmeh, 2021   01:55
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Beriya çend rojan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara vekirina dergeha Bab El-Hewa ku di bin kontrola çeteyên di lîsteya terora cîhanê de û yekser di bin çavdêriya dewleta Tirk de ye, da. Her wiha red kir ku dergeha Til Koçer were vekirin. Bi wê re eşkre dibe ku civaka navneteweyî li dijî çi projeya ku dikeve xizmeta gel e û berxwendiyên xwe di ser hemû berjewendiyan re digirin û ev biryar, biryareke siyasî ye.

Der barê mijarê de şêniyên navçeya Til Koçerê ya girêdayî kantona Qamişlo banga vekirina dergeha Til Koçerê kir da ku dawî li azara ku gel ji beriya deh salan ve pê re rû bi rû maye, were. Ji ber ku beriya salekê Rûsya û Çînê veto li ser biryara derbaskirina alîkariyên di dergehê re bi kar anî. Her wiha aliyên di şerê Sûriyê de van dergehan wek rêbazeke şantajkirinê bi kar tînin, da ku ajandeyên xwe derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, vîna Rêveberiya Xweser têk bibin û gel birçî bikin.

/kr/uploads/files/2021/07/10/203911_-.webp

Endamê Meclisa navçeya Til Koçer Salih Mihemed Mihemedî têkildarî mijarê axivî û got: "Di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de dergeh wekî korîdoreke sereke ye, ev dergeh xwedî girîngiyeke mirovî û aborî ya mezin e, her wiha ji bo derbaskirina hemû hewcedariyên gel ên ji herêmê re wekî dergeheke sereke ye."

Mihemedî ev li gotina xwe zêde kir: "Dergeha Til Koçerê xizmetê ji derdora 5 milyon kesî re dike û girtina wê şaştiyek e û li dijî gel jî zilmek e, dergeha Til Koçerê ji dergehên herî girîng e ku hewcedariyên niştecihên li vê herêmê dabîn dike."

Mihmedî da zanîn ku dorpêçkirina bi milyonan mirov kiryarekî derexlaqî derqanûnî ye, her wiha hêzên derve û hêzên dijber gelan bi rêya girtina dergehan dopêçê li ser şêniyan ferz dikin.

Salih Mihemed Mihmedî di dawiyê de ev got: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku ji mafên gel e ku dergeh jê re werin vekirin û ji bo rewşên mirovî, aborî û debarê wekî korîdoran bin."

/kr/uploads/files/2021/07/10/203852_-_1.webp

Şêniyê bi navê Şikirî Keno axivî û got: "Divê dergeh werin vekirin ji ber ku rewşa aborî ya herêmê pir xirab e, li aliyekî din jî Rûsya dixwaze wekî hikumeta Sûriyê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birçî bike."

/kr/uploads/files/2021/07/10/203931_-.webp

Şêniya bi navê Leyla Remezan banga vekirina dergeha Til Koçerê kir, da ku alîkariyên mirovî û madeyên xwarinê yên tenduristiyê  derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê hefteyê de bi daxuyaniyeke nivîskî bang li civaka navneteweyî û NY`yê kir ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin dewletan cuda bikin û bi rêya piştgiriya ji vekirina dergeha Til Koçerê re gelê dorpêçkirî rizgar bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XYZSS8aT-L8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>