Li Şehbayê çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê dest pê kirin

Bi dirûşmeya "Bi çanda hîlala zêrîn û bi hunera gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin" îro Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest bi çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê kir.

Li Şehbayê çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê dest pê kirin
Li Şehbayê çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê dest pê kirin
Li Şehbayê çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê dest pê kirin
Li Şehbayê çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê dest pê kirin
Li Şehbayê çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê dest pê kirin
Li Şehbayê çalakiyên roja yekemîn ên Hefteya Çand û Hunerê dest pê kirin
10 tîrmeh, 2021   19:45
ŞEHBA

Li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeyê çalakiyên Hefteya Çand û Hunerê ya ku Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê bi rê ve dibe, dest pê kirin.

/ar/uploads/files/2021/07/10/190816_rwmat-bkw.webp

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrinê Rûmet Beko bi xêrhatina mêvanan kir û îşaret bi girîngiya beşdariya wan a ji çalakiyê re kir.

Endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Ehdas Hesna Hesen axivî û îşaret bi girîngiya rola jinan a di parastina mîrate, çand û hunerê de kir.

Çakalî bi pêşkêşkirina tabloyekê ku Koma Şehîd Hêva pêşkêş kir berdewam kir. Tablo behsa azadiya jinan di nava neteweya demokratîk û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de dike.

Koma Şehîd Mizgîn a Stranên Kevnare gelek stranên kurdî pêşkêş kirin.

Paşê Koma Çiyayê Kurmêç govendeke gelêrî pêşkêş kir.

Çalakiyên roja yekemîn bi stranên ferdî û gerandina govendên foklora efrînî bi dawî bûn.

(eh)

ANHA