Çiya Kurd: Ne gengaze ji siyaseta dagirkeran çareserî bê afirandin

Bedran Çiya Kurd têkildarî encamnameya Astanayê got ne gengaze ji siyaseta dagirkeran çareserî bê afiranin. Çiya Kurd hevdîtinên ji bo naskirina statûya herêmê erênî nirxand û diyar kir ku ji bo mayîndekirina binkeftina DAIŞ`ê piştgirîdayîn tenê ne bes e.

Çiya Kurd: Ne gengaze ji siyaseta dagirkeran çareserî bê afirandin
10 tîrmeh, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Gera 16`emîn a rêzecivînên Astanayê yên di navbera “Rûsya, Îran, Tirkiyê” de ku rojên 7 û 8`ê Tîrmehê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sutan hatibû lidarxistin, wek civînên din ên ku qaşo ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê hatin li darxistin de li ser berjewendiyên sê dewletan xal hatin rêzkirin. Dijminatî û tawanbarkirina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî berdewam kir. 

Der bare civîna Astanayê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku encamnameya civîna Astana bi vî şêwazî napejirînîn û qebûl nakin.

HERÎ ZÊDE KOMÊN ASTANA JI VAN CIVÎNAN SÛD WERGIRTINE

Çiya Kurd derbarê civînê de diyar kir ku qaşo li ser çareserî û aramiyê tên lidarxistin, lê mixabin heya niha roleke wiha nelîstiye. Çiya Kurd da zanîn ku armanca sereke ya koma Astana yê, mayîndekirin û parastina berjewendiyên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Sûriyê ye.

Çiya Kurd got: “Civînên Astana her tim bêyî beşdarbûna Sûriyan tên lidarxistin. Tenê hinek aliyên bi ser komên çekdar û qaşo opozîsyonê ve tên hesibandin di civînê de cih digrin. Ev ajandeyeke siyasî ya dewleta Tirk e. Ji bo wê tu carî encamên civînên Astanayê neketiye xizmetê gelê Sûriyê. Herî zêde komên Astana ji van civînan sûd wergirtine. Gelê Sûriyê zererek mezin dîtiye. Her kes dizanê ku di encama civînên Astanayê de Efrîn hate dagirkirin û zêdetirî 300 hezar Efrînî hatin koçberkirin. Astana bûye sedem ku gelê Sûriyê penaber bibe, alozî kûrtir bibe û dagirkerî zêdetir bibe. Ev civîn bûne sedem ku hin herêmên din hedef bên nîşandan ku dewleta Tirk êrişên xwe pêş bixîne. Encamên wiha yên Astana nakevin xizmeta îstiqrar û çareseriya Sûriyê.”

NE GENGAZE JI SIYASETA DAGIRKERAN ÇARESERÎ BÊ AFIRANDIN

Di her civîna Astanayê de behsa çareseriya siyasî dikin û dibejin rêbazên leşkerî ne rêbaza çareseriyê ye. Çiya Kurd li ser wê yekê diyar kir ku dewleta ku herî zêde li pêş çareseriya krîza Sûriyê astengiyan derdixe, dewleta Tirk e û wiha berewam kir: “Dewleta Tirk niha beşekî girîng ji Sûriyê dagir kiriye û hejmareke mezin ji xelkê Sûriyê daye koçberkirin. Li herêmên dagirkirî wekî Efrînê sûcên şer pêk tên ku li wir sîstema xwe ya dagirkeriyê di aliyê îdarî, çandî û hwd de pêş dixe. Bi van kiryaran wê çawa çareseriya siyasî pêş bikeve?  Ev yek nîşan dide ku ne gengaze ji vê siyasetê çareserî bê afirandin.”

Di encamnameya civîna Astanayê de behsa berjewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê hate kirin û êrişî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û car din bi “hewldanên cudekariyê” hate tawanbarkirin.

MAF DIDIN DAGIRKERIYA TIRK

Çiya Kurd bi bîr xist ku yê niha Sûriyê perçe dike dewleta Tirk a dagirker e û wiha lê zêde kir: “Encama civîna Astana ew e ku peymanên li Idlibê çê dibin, ji bo rewşa Idlibê mayînde bibe û bê parastin pêk tên. Ev tê wateya parastina dagirkeriyê û mayîndekirina rewşa heyî. Em dikarin bêjin bi destê dewleta Tirk perçekirina Sûriyê ye. Li herêmên dagirkirî dewleta Tirk sîstema tevlêkirina li xaka Tirkiyê pêş dixîne ku ev li pêşiya çareseriyê astengiyeke mezin e. Piştre jî Rêveberiya Xweser bi hewldanên cudekariyê bi nav dikin û dibêjin em li dijî projeyên cûdaxwaziyê li Sûriyê ne. Her kes êdî dizanê ku projeya Rêveberiya Xweser ne projeyeke cûdaxwaziyê ye. Lê mixabin her di civînên Astana de herêmên Rêveberiya Xweser wekî herêmên ku dixwazê xwe ji Sûriyê veqete nîşan didin. Bi van şêwazan re dixwazin dilê dewleta Tirk xweş bikin, maf bidin dagirkeriya dewleta Tirk û siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd bimeşînin. Ev xeteriyek mezin e.”

DURÛTIYA RÛSYA

Çiya Kurd daxuyaniya Rûsya ya beriya civînê ku tê de got pêwîste di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de diyalog dest pê bikin bi bîr xist û got: “Me jî wekî Rêveberiya Xweser amadekariya xwe ji bo diyalogan nîşan da. Me helwesta Rûsya jî erênî dît, lê niha em di civîna Astana de dibînin ku car din Rêveberiya Xweser bi cudaxwaziyê tawanbar dikin. Wekî ku rêveberiyeke ne rewa ye nîşan didin û dibejin ku divê hemû herêm vegerin bin serweriya hikûmeta Şamê. Siyasetek wiha ne mumkine ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê bike.”

XEBATÊN MIROVÎ LI SER XENIQENDIN Û MAYÎNDEKIRINA AMBARGOYÊ

Di civîna Astana de careke din behsa kar û xebatên mirovî hate kirin û gotin bê ferq û cudahî divê alîkariya gelê Sûriyê bê kirin. Çiya Kurd, ev nêzîkatî wek durûtiyê pênase kir û wiha nirxandina xwe dewam kir: “Dixwazin hemû alîkariyên mirovî di bin destê hikûmeta Şamê re derbasî Sûriyê bibin. Her kes dizanê ku hikumeta Şamê wekhev nêzî gelê Sûriyê nabe. Bi vî şêwazî bûye sedema nakokiyên gelek kûr di hindûrê Sûriyê de. Car din Rûsya helwesta xwe ya dijber anî ziman ku naxwaze  dergeha Til Koçer bê vekirin. Nêzîkatiyên wan ne bi adil in. Çawa herêmeke ku 5 mîlyon mirov û zêdetirî milyonek koçber û penaber lê diminîn, ji alîkariyên mirovî  bêpar dihele? Têkildarî ambargoya li ser herêmê nêrînên Tirkiye, Rûsya û Îranê yek in û dixwazin vê ambargoyê mayînde bikin.”

EM TU CARÎ ENCAMÊN WIHA NEPEJIRÎNIN Û PIŞTGIRIYÊ NADIN

Her sê aliyên peymanan li ser berdewamkirina hevkariyê ji bo tunekirina rêxistinên DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Heyet Tehrîr El-Şam, kesayet, rêxistin û aliyên girêdayî El-Qaîde û DAIŞ`ê û rêxistinên din ên di lîsteya terorê de, her wiha li ser misogerkirina parastina sivîlan û binesaziyê li gorî qanûna navneteweyî, li hev kirin.

Çiya Kurd ev pirs kir; çima li dijî komên tundraw li Idlib, Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê têkoşîn nakin û bi domdarî wiha got: “Bi piştgiriya dewleta Tirk, Idlib ji sêdî 80 ketiye bin destê Cebhet El-Nusra û komên tundraw. Di destê me de belge û lîste hene ku bi sedan serçeteyên DAIŞ`ê ku niha di nava komên ku qaşo dibêjin opozîsyonê li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ne. Çima li dijî van kom û kesan têkoşîn nakin? Gelo wan têkoşîna li dijî terorê ji xwe re kiriye hevok di devê xwe de dibin û tînin ku rastî li dijî terorê tedikoşin? Heya ku ev encam neyên guhertin û şêwazê tevlêbûnên komên Astana neyên guhertin û tevlîbûna Sûriyan tê de çê nebe û beşek ji Sûriyan dijmin nebînin ne  gengaze ku Astana ji bo çareseriyê rol bilîze. Em tu carî encamên wiha napejirînin û piştgiriyê nadinê.”

DIVÊ HER KES HIŞYAR BE

Çiya Kurd bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û diyar kir ku divê her kes hişyar be û got: “Dewleta Tirk amade ye ku îşaretek ji hinek aliyan, wekî Amerîka û Rûsya werbigre da ku êriş bike. Ev xeterî her dem heye. Divê Rûsya, Amerîka û welatên NATO rê nedin van siyasetên dewleta Tirk û careke din piştgiriyê siyaseta qirkirina gelê herêmê nekin. Dewleta Tirk gelek sûd ji siyasetên navdewletî wergirt. Divê pêvajoya li pêşiya me de, divê her kes hişyar be. Gelê me ji bo mirovahiyê têkoşiya û qurbaniyên gelek mezin da. Divê her kes li van xwedî derbikeve û biparêze.”   

Beriya demekê hevdîtin di navbera hin welatên Ewrupa û Rêveberiya Xweser de pêk hatin. Bedran Çiya Kurd ev hevdîtin û nêrandina welatên Ewrupa ji Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ji me re nirxand.

JI BO BINKEFTINA DAIŞ`Ê MAYÎNDE BIBE PIŞTGIRÎ TENÊ NEBES E

Çiya Kurd destnîşan kir ku welatên Ewrupa li hemberî siyaseta dewleta Tirk bi fikar in û wiha lê zêde kir: “Bi taybet ev siyaseta Tirkiyê ku li beramberî welatên Ewrupa dimeşîne, gefên li ser koçberan û piştgirîdayîna komên tundra, welatên Ewrupayê dixe nava fikaran. Her wiha siyaseta dewleta Tirk ya ku dixwaze xwe li herêmê berfireh bike, herêmê dagir bike napejirînin. Her kesî dît ku dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bû sedem ku heya niha komên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazor, kampa Holê û herêmên din de xwe zindî bike. Ev ji bo her kesî gefeke mezin e. Dewletên di nav koalîsyona navneteweyî de bi biryar in ku têkoşîna li dijî terorê de hevkariya xwe bi QSD `ê re berdewam bikin. Lê em dibêjin ev piştgiriya ku di aliyê leşkerî de çêbûye, ji bo binkeftina DAIŞ`ê mayînde bibe nebes e. Divê ev serkeftinên leşkerî çêbûne veguherin serkeftinên siyasî ji Rêveberiya Xweser re û herêm aram bibe. Daxwaza me ji bo welatên Ewrupa û Koalîsyona navneteweyî ew e ku di aliyê siyasî de piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.”

TÊKILÎ Û DANÛSTANDIN PÊŞ DIKEVIN

Çiya Kurd anî ziman ku di çarçoveya biryara ku girtine divê vê pêvajoya pêş bikin salên qebûlkirin û naskirina statûya Rêveberiya Xweser û wiha berdewam kir: “Di vê derbarê de pêşketinên gelek mezin çêbûne. Êdî têkilî û danûstandin di asta siyasî, aborî û mirovî de li gel Rêveberiya Xweser pêş dikevin. Amerîka dibeje `emê hevkariya xwe li gel Rêveberiya Xweser berdewam bikin.` Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin ku rêveberiya xwe di aliyê siyasî de derxînin pêş. Dibe ku projeya Rêveberiya Xweser bibe nimûneyek ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê. Ji bo wê jî xebatên me yên cûda li Ewrupa, Rojhilata Navîn, Amerîka, Rûsya hene û pêş dikevin. Di vê derbarê de helwestên derdor jî erênî ne. Ya girîng ew e ku divê em têkoşîna xwe mezintir bikin û rêxistina xwe pêş bixînin.”

HEYA GELÊ SÛRIYÊ TEV LI DIYALOGÊ NEBE, ÇARESERÎ NE PÊKANE

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da zanîn ku hinek hevdîtinên wan li ser banga welatan hinek jî li ser daxwaza wan pêk  tên û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Xalên hevbeş yên ku di nîqaşan de derdikevin ev in; têkoşîna li dijî terorê û aramiya siyasî ji bo Rêveberiya Xweser û herêmên wê çê bibe. Gelek aliyên ku ji bo xurtkirina piştgiriyê ji Rêveberiya Xweser re soz didin. Mixabin Sûriye bûye qadek ku welatên derve tê de rol dilîzin. Heya ku hemû welatiyên Sûriyê tev li pêvajoya diyalogê nebin ne mumkine ku çareseriyek mayînde û demokratîk li Sûriyê pêş bikeve.” 

ANHA