Ragihandina Azad û Demokratîk komxebta diyalogê bi biryarên girîng bi dawî kir

Ragihandina Azad û Demokratîk komxebata ku îro orgenîze kir bi çend biryaran bi dawî kir û da zanîn ku divê li dijî dagirkeriyê Kurd bibin yek.

Ragihandina Azad û Demokratîk komxebta diyalogê bi biryarên girîng bi dawî kir
10 tîrmeh, 2021   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Ragihandina Azad û Demokratîk di çarçoveya çalakiyên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî axa Kuristanê orgenîze dike de, li paytexta Swêdê Stockholmê komxebatek li dar ket Gelek rojnamevan, siyasetmedar, nivîskar, hunermend û hiquqnas beşdarî civînê bûn.

Gelek rojnamevan, siyasetmedar, nivîskar, hunermend û hiqûqnas tev li bûn.

Di civînê de beşdaran îşaret bi girîngiya yekitiya neteweyî kir da ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê û tunekirina wê misoger bibe. Her wiha piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker şerê qirkirinê û tunekirinê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne û hewl dide destkeftiyên gel Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibe.

Li aliyekî din jî beşdaran destnîşan kir ku berxwedana gerîlayan garantiya parastina destkeftiyên gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Beşdarên civînê helwesta PDK`ê û sekna wê ya li aliyê dagirkeriya Tirk rexne kir û diyar kir ku şerê navxweyî xizmeta siyasetên dijmin dike û zirareke mezin digihîne gelê Kurd.

Komxebat bi encamnameyeke têkildarî dozên çarnûsî yên gelê Kurd bi dawî bû.

1-Divê hemû pirsgirêkên di navbera aliyên kurdî de bi rêya diyalogan werin çareserkirin.

2-Şerê navxweyî xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake, ji ber vê yekê divê têkoşîna li dijî vî şerê were bilindkirin û rê li pêşiya wî were girtin.

3- Divê gelê Kurd û tevahiya hêzên siyasî yên kurdî li dijî dagirkeriyê helwesteke hevgirtî bidin nîşandan.

4-Divê li dijî hêzan hewlesteke cidî bê nîşandan ku piştgiriya dagirkeriyê dikin.

5-Divê saziyên çapemeniyê yên girêdayî PDK`ê dev ji siyasetên xwe yên heyî berdin ku zirarê digihîne nirxên kurdî û navê tevgera azadiyê xerab dikin

6-Divê gelê Kurd ê li Ewropa ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî hewldanên xwe berdewam bikin.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FP_kNijmDoM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>