Sûcên 6 mehan ên li Efrînê hatin eşkerekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bîlançoya 6 mehan a sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Efrînê eşkere kirin.

Sûcên 6 mehan ên li Efrînê hatin eşkerekirin
10 tîrmeh, 2021   14:17
ŞEHBA

Bi dehan endamên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê, endamên komîn û meclisên kampa Serdemê ya kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî sûcên 6 mehên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk anîn daxuyaiyek da. Di daxuyaniyê de sûcên ku hatine belgekirin ji raya giştî re hatin eşkerekirin.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama rêxistinê Wefa Bekir û bi zimanê erebî ji aliyê berdevkê rêxistinê Îbrahîm Şêxo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "

Kiryar û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê pêk tînin wêneyeke biçûk ji kiryarên wê yên li herêmên din ên kurdî yên dagirkirî ye. Bîlançoeya kiryarên komên sûrî yên çekdar ên girêdayî dagirekriya Tirk a dagirker ên di navbera dîroka 1'ê Çileya 2021'an heta 1'ê Tîrmeha 2021'an de wiha ne:

1- Kuştina di bin îşkenceyê de ya bi tawanên bê bingeh, her wiha kuştin di dema serdegirtina malan de û dizî û destekirina milkan ji aliyê endamên Arêtşa Niştimanî ya Sûriyê ve: Di nav de 9 jin û 13 zarok, bi giştî 35 kes hatin qetilkirin.

2-Bi tawanên ku têkiliyên wan berê bi Rêveberiya Xweser re hebûn, rojane sûcên revandinê têne kirin da ku li bermaberî serbestberdana wan fidyeyê ji malbatên wan bistîni û wan neçarî koçberiyê bikin. 303 kes hatin revandin, di nav de 25 û pitikeke hene.

3-Milkên niştecihên resen, ji zeytûn, zeviyên çandiniyê û malan hatin desteserkirin û niştecih jê hatin derxistin, berhemên mayî jî bi rêbazên cûda bi destê xwe berhev dikin, talan dikin û didizin. Li ser vê yekê berpirsên Tirk eşekere kirin ku hikumeta Tirk zeyta zeytûna bi navê berhemekî tirkî ye li bazaran Ewropayê difroşe.

4-Darên berhemdar û  yên daristanî tên qutkirin û şewitandin, bazirganiyê bi êzingên wan têne kirin û komer jê çêdikin, piştre derbasî Tirkiyê dikin. Ji wê zêdetir gelek dar bi hinceta vekirina rêyan hatin qutkirin. Di vê çarçoveyê de 13 hezar û 230 dar hatin qutkirin, zêdetirî 5 hezar dar hatin şewitandin, her wiha zêdetirî 11 hezar dar hatin desteserkirin.

5-Li herêmê guhertina demgorafî tê kirin, avahiyên mêtîngeriyê li zeviyên çandiniyê yên ayidî niştecihên resen tên avakirin bêyî ku tawîzan bibin xwendiyên wab. Heger şênî gilî bikin gefa kuştin û revandinê li wan dixwin, zêdetirî 10 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.

6-Zimanê tirkî li gel zimanê erebî li dibistanan hatine ferzkirin û zimanê kurdî di astên navîn û amadehî hatiye dûrxistin, her wiha mamoste, karmend û xwendkarên kurd tên derxistin.

7-Deverên dîrokî û giran dikolin, li şûnwar û kanzeyan digerin û bi rêbazên cûda derdixin Tirkiyê. Di nav 6 mehên dawî de 18 cih hatin kolandin.

8-Zêdetirî 20 girtîgehên veşartî yên komên çekdar hene, ku tê de her cûre îşkenceya fîzîkî heta mirinê tê kirin. Her wiha girtîgehên eşkere hene. Ev girtîgeh bi kurdên neştecihên resen dagirkirî ne. Ji wan girtîgehan (Seco, Raî, Hor Kilis, Marî û Bab), hejmareke mezin niştecihên resen di girtîgehên Tirkiyê de hene, piştî ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyê radestî Tirkiyê kirin û li gorî qanûnên dadgeha Tirkiyê bi tawanên terorê hatin darizandin.

Sûc û kiryarên li jor hatine bi birxistin beşekî biçûk ji sûcên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ne. Lê tişta ku Ebdulhekîm Beşar dibêje  ji daxuyaniyên berê yên serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî ne cuda ne, çi li Efrîn na jî derveyî wê dibe. Lê diviyabû cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û endamê ENKS’ê daxwaz serdana li herêma Efrînê bikira û komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe derbasî Efrînê bibûya, da ku gotinên wî werin zelalkirin û derewandin. Ji ber ronahiya rojê di kunên bêjingê de nayê veşartin û nixumandin. Li ser van sûcan raporên navneteweyî yên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteyên Lêpirsînên Rastiyan ên navneteweyî, raporên asayî yên Komîteya Azadiya Olan a Amerîkayê hene ku sûdê jê wergirin û xwe bispêrin van belgeyan, da ku sûc neyên kirin û bi karên erênî ve werin girêdan heke hebin, ji ber nûnerên leşkerî yên Îtîlafa Sûrî û hin berpirsên ENKS’ê sûcên li Efrînê dibin bi erênî nîşan didin.

Em Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bang li tevahî rêxistinên mafên sivîl û mirovî, dikin, di serî de bang li NY’yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li ser sûcên li herêmên Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk û ajandeyên wê ve dagirkirî rabin, bi tyabet li herêmê Efrînê û dagirkeriya Tirk ji her bihosteke axa Sûriyê re bi dawî bikin, koçber bi ewle û bi sponseriya navneteweyî vegerin warên xwe, pêdiviyên ji bo jiyanê ji wan re pêşkêş bikin, nûnerên dewleta Tirk û nûnerên Îtîlafa Sûrî muhasebe bikin û her kesê têkiliya wan bi sûc û kiryarên re heye muhasebe bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cAuwEis7t0Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>