Heyva Sor a Kurd li Dêrik û Girkê Legê  dest bi belavkirina alîkariyan kir

Heyva Sor a Kurd  îro li Dêrik, Girkê Legê û gundewarên wan, dest bi belavkirina 375 paketên xwarinê li malbatên hewcedar, kir.

Heyva Sor a Kurd li Dêrik û Girkê Legê  dest bi belavkirina alîkariyan kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrik û Girkê Legê  dest bi belavkirina alîkariyan kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrik û Girkê Legê  dest bi belavkirina alîkariyan kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrik û Girkê Legê  dest bi belavkirina alîkariyan kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrik û Girkê Legê  dest bi belavkirina alîkariyan kir
Heyva Sor a Kurd li Dêrik û Girkê Legê  dest bi belavkirina alîkariyan kir
6 tîrmeh, 2021   10:54
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd îro li Dêrik û Girkê Legê paketên xwarinê û pêdiviyên tenduristî li malbatên hewcedar belav kirin.

Di çarçoveya hewldanên Heyva Sor a Kurd ku destkdayîna malbatên xizan û hewcedar bike, dest bi belavkirina alîkariyê kir.

Di meha Remezanê de, Heyva Sor a Kurd  li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kon vedan da ku alîkariyan kom bike û piştre li malbatên hewcedar belav kir. 

Hevserokê Heyva Sor a Kurd ya herêma rojhilat Ehmed Şêxmus ji ajansa me re diyar kir ku mekanîzmeya belavkirinê bi koordîneya nivîsgeha karûbarên civak û li Dêrik û meclis û komînan pêk tê .

Li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê 2 hezar paketên xwarinê û alîkariyê li malbatên hewcedar were belavkirin.

(dm)

ANHA