`Divê ENKS`ê helwesta xwe ya li hemberî daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar zelal bike`

Siyasetmedar Hisên El-Elî destnîşan kir ku Ebdulhekîm Beşar bi daxuyaniyên xwe dagirkeriyê rewa dike û bûne amûr û berjewendiyên dagirkeriya Tirk pêk tînin. Her wiha bang li ENKS`ê kir ku helwesta xwe ya li hemberî wan daxuyaniyan diyar bike.

`Divê ENKS`ê helwesta xwe ya li hemberî daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar zelal bike`
6 tîrmeh, 2021   09:58
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Rêveberê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û rêveberê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê û cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker e Ebdulhekîm Beşar di daxuyaniyeke xwe de got tu sûc û tu binpêkirin li Efrînê pêk nehatine û raporên der barê vê mijarê de derketine derewandin.

Li hemberî daxuyaniyên Beşar li ser qadên siyasî û çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerzîbûn derketin û hatin gotin ev daxuyanî berjewendiya dewleta Tirk a dagirker pêk tînin.

Partiyên siyasî di nav de Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) piştrast kirin ku ev daxuyanî delîlên zelal in ku beşdarbûneke çalak di komkujiyên li Efrîna dagirkirî de heye.  

`EBDULHEKÎM BEŞAR HEWL DIDE DAGIRKERIYÊ REWA BIKE`

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên El-Elî ji ajansa me re axivî û got beriya daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar, serokê wî serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî dema li Hewlêrê bû heman tişt got û di vê dawiyê de bang li dewleta Tirk kir ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

El-Elî diyar kir ku Beşar bi derewandina pêkanîna sûcan li Efrînê, xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dike û hewldanek ji bo rewakirina dagirkeriya li ser Efrînê ye.

`BÛNE AMÛRÊN PÊKANÎNA BERJEWENDIYÊN DEWLETA TIRK `

El-Elî da xuyakirin ku kesayetên mîna Ebdulhekîm Beşar û alîgirên wî êdî ne muxalif in lê belê ji bo pereyan berjewendiyên dewleta Tirk pêk tînin û bûne amûr.

`DIVÊ ENKS`Ê HELWESTA XWE ZELAL BIKE`

Hisên El-Elî go, ENSK`ê berpirsa daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar in û divê helwesta xwe ji hevalê xwe zelal bike û  wiha domand: “Li pêşiya çavên cîhanê bi hezaran efrînî ji warên xwe koçber bûn û niha di nava kampan de ne. Heger daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar rast bin gelo çima şêniyên Efrînê venagerin malên xwe? Hemû kesên vedigerin yan tên kuştin an jî tên girtin.”

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir 646 sivîl şehîd bûn di nav de 500 kesan ji ber topbarana ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 82 kesan ji ber îşkenceyê hatin kuştin. 705 kes di nav de 306 zarok û 216 jin birîndar bûn. 7 hezar û 754 sivîl hatin revandin û 300 hezar sivîl jî ji warên xwe hatin koçberkirin.

El-Elî bal kişand ser hovîtiya sûcên ku dewleta Tirk a dagirker rojane li Efrînê pêk tîne û got: “Gelo ew, sûcên ku rojane pêk tên, guhertina demografiyê, qirkirina nijadî yên li Efrînê rû didin nabînin.”

Di çarçoveya guhertina demografiyê de li Efrîna dagirkirî dewleta Tirk zêdetirî 400 hezar şêniyên herêmên din ên Sûriyê bi cih kirin. 327 hezar û 330 darên zeytûnan û darên daristanî birîn. Zêdetirî 17 hezar dar jî şewitandin.

Li gorî daneyên Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 28 cihên dîrokî û 15 perestgehan wêran kirin.

`HEMÛ DEREW IN`

El-Elî daxuyaniya Ebdulhekîm Beşar şermezar kirin û got: “Ji rastiyê dûr in û tenê derew in.”

Hisên El-Elî diyar kir ku ENKS`ê di destê dewleta Tirk de bûye pêkenok û amûreke ku berjewendiyên wê pêk bîne û wiha domand: “ENSK`ê li dewleta Tirk pêşniyar kir ku mecliseke demkî ava bike da ku şêniyên Efrînê vegerin malên xwe lê dewleta Tirk sozên xwe neanîn cih.”

Têkildarî bandora van daxuyaniyan a li diyaloga kurdî-kurdî Hisên El-Elî ev yek zelal kir: “Her car ENKS`ê daxuyaniyan li ser hesabê diyaloga Kurdî dide. Ev yek nakokiyan zêde dike ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker e.”

Di dawiyê de endamê Meclisa Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên El-Elî hêvî kir ku ENKS`ê dev ji hewldanên xwe berde ku tenê berjewendiyên dewleta Tirk pêk tîne û parçebûnê di navbera Kurdan de zêde dike. Her wiha bang li ENKS`ê kir ku ji Îtîlafa Sûriyê vekişe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8rnOQ9JGm6M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>