Rêxistina Sara li ser bûyerên kuştina jinan hişyarî da

Rêxistina Sara a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan sûcên nemirovî yê li dijî zaroka bi navê Aye El-Xilêf şermezar kir. Rêxistinên li ser zêdebûna van bûyeran hişyarî da û piştrast kir ku ev sûc hemû nirxên mirovahiyê binpê dike.

Rêxistina Sara li ser bûyerên kuştina jinan hişyarî da
6 tîrmeh, 2021   10:58
QAMIŞLO

Bertekên bi hêrs ên li dijî kuştina her du zarokan “Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf” li bajarê Hesekê bi destê malbatên wan di bin navê şerefê de, dewam dikin. Rêxistinên jinan û yên hiqûqî banga darizandin û cezakirina kujeran dikin.

Îro Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dauxyaniyek da û kuştina zaroka bi navê Aye El-Xilêf li bajarê Hesekê şermezar kir.

Koordînatora xebatên Rêxistina Sara, Menal Hisên daxuyanî li pêş navenda rêxistinê ya li taxa Kornîş a Qamişlo xwend.

Rêxistinê di daxuyaniyê de got: “Hîna hefteyek li ser bûyera bi êş a kuştina Eyde re derbas nebûye, îro em bi êşeke din a kuştina Aye El-Xilêf re rû bi rû ne.”

/ar/uploads/files/2021/07/06/094657_img_8927.webp

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku ev sûcekî nû ye li rêzesûcên kuştina jinan zêde dibe, ku heta niha li tevahî welatên cîhanê dewam dikin û hate destnîşankirin ku ev sûcekî li dijî mirovahiyê û zarokatiyê ye.

Rêxistina Sara di daxuyaniyê de diyar kir ku ev kiryarên hov encama urf û adetên kevin û zihniyeta baviksalar e û bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên navneteweyî, herêmî û tevgerên jinan kir ku sûcdaran ceza bikin.

(cx)

ANHA