Serokê mafya yê Tirkiyê: Destê Soylu di dozên fihûşê de heye

Serokê mafya yê Tirkiyê Sadet Peker gef xwar ku dê dozên nû yên gendeliyê ku destê Suleyman Soylu tê de heye, eşkere bike. Peker da zanîn ku Soylu şaredariyeke Stendbolê veguherandiye “navendeke fihûşê”.

Serokê mafya yê Tirkiyê: Destê Soylu di dozên fihûşê de heye
6 tîrmeh, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê mafya yê Tirkiyê Sadet Peker duh li ser hesabê xwe yê tiwîtterê detayên nû têkildarî hevkariya wezîrê karên hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu û fermandarên wê di veguherandina şaredariya Esenyrut ya li Stenbolê ji navndeke fihûşê re, eşkere kir.

Li gorî tora El-Eyn, Peker di tiwîttên xwe de gotiye: “Ali Murat Alatepe ku cihê serokê berê yê şaredariya Esenyurt Necmi Kadioglu girtiye, çûy navendeke polîsan û li dijî min axivî û ez derewandim.”

Peker got ku Suleyman Soylu û hinek kesên pê re keçikên xizan li hemberî xwendina li zanîngehên taybet, di karên neexlaqî de kar anîne.

Peker di dewama tiwîtta xwe de dibêje: “Ez her tim dibêjim, çiqas hûn min derewîn derxin ez ê we eşkere bikim. Ez ê çîroka rastî ji serokê berê yê şaredariya Esenyurt Ali Murat Alatepe re binivîsim. Ez ê binivîsim çawa bi planên xwe yên fihûşê şaredarî veguherandin wîlayeta Dallas a Amerîkayê.”

Peker di tiwîttên roja yekşemê de diyar kiribû ku hevkarên veşartî yên wezîrê karên hundirîn Suleyman Soylu keçikên xizan li Tirkiyê li hemberî xwendina di zanîngehên taybet di karên neexlaqî de bi kar tînin.

Raporên çapemeniyê yên Tirkiyê roja şemiyê destnîşan kirin ku ji ber hiştina wezîrê karên hundirîn li ser peywirê, di nava AKP`ê de nakokî û hêrs zêde bûne.

(cx)