Pirtûka “Navdarên Kurd” hate derxistin

Weşanxaneya Ava pirtûka bi navê "Navdarên Kurd" derxist. Pirtûk ji aliyê Behcet Ehmed û Narîn Umer e ve hatiye derxistin û behsa jiyana 24 kesayetên Kurd dike ku di wêjeya kurdî û wêjeya rojhilatî û ya cîhanî de xwedî roleke berz in.

Pirtûka “Navdarên Kurd” hate derxistin
6 tîrmeh, 2021   06:53
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Pirtûk ji 134 rûpelan pêk tê û behsa jiyan û xebatên 24 kesayetên çandî û civakî yên Kurd dike ku di wêjeya kurdî de mohra xwe hîştine.

Di pirtûkê de bi taybetî behsa jiyan û kar û xebatên 9 jinan di dîroka kurdî de dike ku kêm caran bal li ser wan hatiye kişandin. Ew jin di wêjeya kurdî, rojhilatî û cîhanî de xwedî roleke girîng in, wekî Hefse Xan Neqîb, Nazik El-Abid, Rewşen Bedirxan, Sit El-Şam, Mihrîban Xatûn, Mîna Xan Qadî û Mestûra El-Erdelan.

/ar/uploads/files/2021/07/06/054448_naryn-amr-.webp

Her du kesên pirtûk amade kirine, di lêkolînên xwe de xwe spartin gelek jêder, belge û lêvegerên dîrokê yên biyanî û erebî.

Pirtûk her wiha behsa mijarên din ên girîng wekî Cejna Newrozê, Kawayê Hesinkar, Serpêhatiya Tofan, rastiya topa cejnê û gelek mijarên din dike.

Têkildarî pirtûka Navdarên Kurd, dîroknas Behcet Ehmed wiha got: "Di dîrokê de gelê Kurd gelek zirar dîtiye, lê kesî behsa wan û rastiya gelê Kurd û qehremaniya wan nekiriye, ji ber wê yekê di berhemên xwe de behsa dîroka navdarên Kurd jî nekirine û bi taybetî yên ji serdema Medya ve û heta niha xizmeta çand, wêje û gelek aliyên din kirine, ji ber ku Kurd in.

/ar/uploads/files/2021/07/06/054409_bhjt-ahmd.webp

Pirtûka Behcet Ehmed a bi navê "Dergeha dîroka nûjen a Dêrikê" derket û di pêşangeha pirtûkan a Herekol a li bajarê Qamişlo de hate pêşandan.

(eh) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cX5grwwEGXk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>