Ciwanê êzidî yê ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû giritin hat berdan

Ciwanê êzidî yê li bajarokê Xanesorê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû girtin, hat berdan û aloziya li bajarok bi dawî bû.

Ciwanê êzidî yê ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû giritin hat berdan
5 tîrmeh, 2021   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Xanesorê yê Şengalê îro saet derdora 16.00’an bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşeke girseyî hat lidarxistin. Ji ber meşê yekîneyek artêşa Iraqê jî hat herêmê. Piştî meşê di navbera ciwanan û leşkerên Iraqê de rageşî derket. Di rageşiya saet derdora 18.00’an derketiye de, leşkeran ciwanekî êzidî girt.

Li ser vê yekê girseya şêniyan li hev kom bû û nerazîbûn nîşan da û xwestin ciwanê hatiye girtin were berdan.

Li ser nerazîbûna gel leşkerên Iraqê ciwanê êzidî berdan û alozî bi dawî bû.