Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê rastî êrişa hewayî hat

Li dijî balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi dornan êriş hate kirin. Balyozxaneyê eşkere kir ku êriş ji aliyê sîstema wan a parastinê ve hatiye têkbirin.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê rastî êrişa hewayî hat
6 tîrmeh, 2021   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyonxaneya Amerîka ya li paytexta Iraqê Bexda bi daxuyaniyekê ragihand ku îro di saetên sibehê de sîstema wan a parastinê êrişa bi dronan têk biriye.

Balyonxaneyê diyar kir ku wê li gel Iraqê mijarê lêkolîn bikin û ji bo parastina karmendên xwe serî li hemû rêyan bidin.

Li gorî medya Iraqê, êriş bi 3 dronan pêk hatiye û her sê dron jî hatine bêbandorkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Baregeha Eyn El-Esed a parêzgeha Enbar ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin duh bibû hedefa mûşekan.

(cx)