Hejmara pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm dibe

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê ketine. Ji serê salê ve ev rêjeya herî kêm a pêketiyan e.

Hejmara pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm dibe
5 tîrmeh, 2021   08:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi Koronayê (Covid-19) ketine mêrek û 2 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1
Reqa: 2

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kesekî din jî baş bûye.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 18 hezar û 535 kes bi Koronayê ketine, ji wan 763 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 876 kes baş bûne.

(cx)